Li Hesekê salvegera 109. a qirkirina Ermeniyan li navenda Serdem hat bîranîn

Beriya niha bi 109 salan pêşiyên dewleta Tirk li dijî Ermeniyan Qirkirinek nîjadî pêk anîn.
Meclisa Civaka Ermenî jî bi rasthatina salvegera qirkirinê re, merasîmek bîranînê li dar xist.

Li Hesekê komkujiya Ermeniyan di salvegera wê ya 109’an de hate bibîranîn.

Meclisa Civaka Ermenî bi dirûşmeya “Xwîna şehîdan nifşeke bihêrsbûyî pişkivan” li navenda Serdem ya bajar merasîmek lidar xist.

XERÎB HISO: BI RIHÊ BIRATIYA GELAN EM DIKARIN RÊ LI BER QIRKIRINÊ BIGIRIN

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Xerîb Hiso balkişand ser faşîzma dewleta Tirk û komkujiyên ku li dijî pêkhateyên herêmê pêk ten.

“Egîdat rolek girîng di parastina Ermeniyên Dêrazorê de dilîze”

Li ser navê Eşîra EL Egîdat li Dêrazorê û Kantona Cizîrê Şex Hesen El Ebrez komkujiya Osmaniyan li dijî Ermenîyan şermezar kir.

Şêx Hesen El Ebrez anî ziman ku çawa wan li dijî komkujiyan li ber xwe dane, wê ji niha û pêde jî xwe biparêzin.

1915’an Împaratoriya Osmaniyan, li dijî gelê Ermenî komkujiyek nîjadî pêk aniye.

Meclisa Civaka Ermenî: Divê herkes bizane dewleta Tirk ev komkujî pêk aniye

Li ser navê hevserokatiya Meclisa Civaka Ermenî Yexnîn Berko û Emad EL Telyan axivîn û wiha gotin:

“Em her sal di 24’ê Nîsanê şehîdên qirkirnê bibîr tînîn.

Dewleta Tirk hîna jî komkujîya Ermenîyan qebul nake.

Em hevî dikin ku her kes bizane dewleta Tirk ev komkujî pêk aniye.

Bîranîn bi helbest, şano û sitranên Ermenî û Kurdî bi dawî bû.

Back to top button