“Hevgirtina Nîştimanî xeta parastinê ya pêşîn e”

Gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûbirûyî şerekî bi rêbazên cuda ye.
Dewleta Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî êrişî herêmê dike.
Şaneyên DAIŞ`ê bi van êrişan re çalaktir dibin.
Kesayetên civakî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin ku bi saya hevgirtina nîştimanî ya di navbera beşên civakê de, xelkê herêmê li hember êrişan li ber xwe dide û birêvebirina herêmên xwe didomîne.

Gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûbirûyî şerekî bi rêbazên cuda ye.

Ji bo parastina destkeftiyên ku di 10 salên dawîn de bi dest xistine, li ber xwe didin.

Li gel aloziyên herêmî û yên navneteweyî, lê pergala Rêveberî ya herêmê û hêzên wê yên leşkerî di vê pêvajoyê de li ber xwe da.

Dewleta Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî êrişî herêmê dike.

Şaneyên DAIŞ`ê bi van êrişan re çalaktir dibin.

Herî dawî êrişa çeteyên DAIŞ`ê li dijî nuqteyeke Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Reqayê bû.

Çekdarên girêdayî hikumeta Şamê jî, dem bi demê êrişî kantona Dêrazorê dikin.

Hevseroka Meclisên Kantona Reqayê Heyfa Muslim derbarê mijarê de de axivî.

Heyfa Muslim: Bi hevgirtin û yekîtiyê em ê herêmên xwe biparêzin

Heyfa Muslim diyar kir ku bi saya hevgirtin û yekîtiyê we ê herêmên xwe ji êrîşan biparêzin û got:

“Piştî erêkirina qanûna hevpeymana civakî ya nû herêm gelek bi pêş ket û aboriya wê geş bû.

Li kêleka wê jî, hilbijartinên şaredariyan jî dê li dar kevin.

Lewma, êriş li dijî herêmê zêde bû.”

Nebîl El Hemed: Li dijî êrîşan hevgirtina hêzên leşkerî pêwîste

Çalakvanê sivîl ê kantona Reqayê Nebîl El Hemed jî anî ziman ku li hember êrîşan hevgirtin bi hêzên leşkerî re pêwîst e.

Her wiha El Hemed destnîşan kir ku hevgirtina nîştimanî ji bo parastina civakê û ewlehiya wê, benda yekemîn e.

Duha El Elî: Divê xwedîderketina li QSD’ê xurtir bibe

Çalakvana sivîl û hevseroka Meclisên Taxên Xerbî yên Reqayê Duha El Elî jî diyar kir ku divê hevgirtina civakî û xwedîderketina li QSD’ê xurtir bibe ji bo ku ewlehiya li herêmê were parastin.

“Ji bo çareserkirina dosyaya DAIŞ’ê divê bi awayekî cidî piştgiriya QSD bê kirin”

Back to top button