Yekîtiya Ragihandina Azad xelata kedê da 8 Rojnamegeran

Bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî, Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) xelata rojnamegeriyê ya kedê a Şehîd Mezlûm Bagok diyarî 8 rojnamegerên piraniya wan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne kir.

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) salane bi boneya roja rojnemegeriya kurdî, xelatan li kesên ku keda wan di rojnamegeriyê kurdî de heye belav dike.

Duh bi heman boneyê, Yekîtiya Ragihandina Azad xelat da Kenala Jin tv û çend rojnamevanên ku piraniya wan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Bi sedan rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di xelatwergirtinê de amade bûn.

Di pîrozbahiyê de bang azad kirina Rojnemegerên ku di zindanên dewleta Tirka dagirger û Başûrê Kurdistanê de ne hat kirin.

Kesên ku hêjayî vê xelatê hatin dîtin evin:

  • Silêman Ehmed Nûçegihanê ajansa Roj News ku ji aliyê deshilata Başûrê Kurdistanê hatiye binçavkirin.
  • Nûçegihana Ronahî tv Ciwana Cuma.
  • Pêşkêşvanê Rojava TV Şerîf Mihemed.
  • Xebatkara radyoya Star FM Heyam Abdullah.
  • Xebatkara Rojnameya Ronahî Bêrîvan Xelîl.
  • Ji Bakurê Kurdistanê Nûçegihana Jin TV Delîla Egîd a ku di encama êrîşeke dewleta Tirk bi giranî birîndar bû.
  • Spasname ji bo pêşkêşvana Jin TV Loristan Derwîş.
  • Her wiha Ilhamî El-Milîcî di rojnama El-Ihram a Misrî de dixebite û ji bo Rêber Abdullah Ocalan gelek nivîsên wî hene jî hêjayî vê xelatê hat dîtin.

Nûçegihana Me Ciwana Cuma xelata ku bi ked û wêrekiya xwe wergirtîye diyarî hemû xebatkar, şeîd û girtiyên Raghandina azad kir.

Back to top button