Berdevkê Hikumeta Iraqê Basim Ewadî ragihand ku Hikumeta Iraqê di mijara hinardekirina petrola Başûrê Kurditan û mijara avê de bi Tirkiyê re li hev kirine û got:
“Hinardekirina nefta Başûrê Kurdistanê ya bi rêya Tirkiyê zelal bûye, lê niha pirsgirêk tenê di navbera Hikumeta Iraq û ya herêmê de ye.
Piştî van hevdîtinan îro Berdevkê Hikumeta Iraqê Basim Ewadî jî derbarê naveroka civîna serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ya bi şefê faşîst serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan agahiyên nû parvekir.
Basim Ewadî derbarê hinardekirina petrola Başûrê Kurdistanê û mijara avê de ku xalên din ê civînê bû agahî da û got:
“Hinardekirina nefta Başûrê Kurdistanê ya bi rêya Tirkiyê zelal bûye, lê niha pirsgirêk tenê di navbera Hikumeta Iraq û ya herêmê de ye
Di vê civînê de bi Tirkiyê re 26 peyman hatin îmzekirin û Tirkiye li gorî peymanê wê Tirkiye ji bo ava Iraqê pirsgirêk dernexe.”



