Li navenda Mihemed Şêxo bi boneya sersalê şahiyek li dar ket

Bi boneya sersalê, Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunerê şahiyek li Navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Di şahiyê de Komîna Şano ya Navenda Mihemed Şêxo şanoya xwe ya bi navê “Xewnên windayî” pêşkêş kir.

Şano balê dikişîne ser pirsgirêkên civakî û aborî yên civakê.

Piştre Koma Şehîd Welat stran, dîlanên folklorî û mûzîk pêşkêş kirin.

Di dawiyê de hunermend Danîş Botan û Amir Remo stran gotin.

Ciwanên Suriyan bi boneya sersalê kosgeriyek li dar xist

Bi heman armancê Yekîtiya Ciwanên Suryan a Pêşverû bi dirûşma “Bi hev re em kêf dikin” kosegeriyek li Qamişloyê li dar xist.

Kosegerî ji pêşiya avahiya Komeleya Çanda Suryan a Taxa Wistayê dest pê kir û li kolanên bajar û sûka navendî geriya.

Kosegerî wê bi şahiyekê li taxa Wistayê bi dawî bibe û diyarî li zarokan werin belavkirin

Back to top button