Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Gerîlaya YJA-Star’ê Viyan Ozgur (Serkeftin Demîr) ku di 21’ê Nîsana 2023’an de li Zapê şehîd bibû di yekemîn salvegera xwe de hat bibîranîn.
Merasîmê Bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanên destpê kir.
Di merasîmê de li ser navê malbata Şehîd Viyan Ogur birayê wê Serbest Demîr axivî.
Serbest Demîr got: “Şehîd anîn ziman gelek zehmete ji ber ku mirov çiqas bîne ser ziman kêm dimîne.
Xeta wan, xeta wêrekî, hêz û bîrdoziyek welate.
Em wek malbata Şehîd Viyan Ozgur soza şobandina rêya wê û rêhevalê wê didin.”
Her wiha Hevberdevka Komîteya Malbatên Şehîdan Saraya Marînos jî destnîşa kiri ku têkoşîna şehîd û şervanên azadiyên didin meşandin bi gotinan nayê ser ziman.
Herî dawî jî li ser jiyan û têkoşîna şehîd Viyan Ozgur sînevziyonek hat nîşandan.
Merasîm bi bilind kirina ‘Dirûşemeyên Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ bi dawî bu.