Şehîd Narvîn Hogir li bajarê Qamişlo bi merasîmekê hat oxirkirin

Îro li bajarê Qamişlo Şervana YPJ’ê Narvîn Hogir di 22’yê Nîsanê li ser rêya navçeya Sirin a Kantona Firatê di encama qezaya seyareyê de şehîd bibû bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin.

Bi sedanxelkên bajarê Qamişlo, endamên saziya malbatên şehîdan û şervanênYPJ’ê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Gulo axivî û sersaxî ji hemû malbata şehîd re xwest.

Piştre Bavê Şehîd Narvîn Hogir Mihemed Sîrac destnîşan kir ku ew bi şehadeta keça xwe serbilind in û dê rêya wan bişopînin.

Piştî axaftinan wesîqeye şehîd radestî malbatê hat kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê Şehîd Narvîn Hogir bi dirûşme û tîlîliyên dayikan spartin axê.

Her wiha di seat 17.00’an de li taxa Hilko konê sersaxiyê bê vedan.

YPJ’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

Back to top button