Kongra Star bi boneya 7’emîn salvegera êrîşa li dijî Qereçoxê daxuyaniyek da

Meclisa Kongra Star, bi boneya heftemîn salvegera êrîşa li dijî Qereçoxê daxuyaniyek da û got: “Ev êrîş jî beşek ji rêze êrîşên Erdoganê faşîst ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Dewleta Tirk ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî hemû gelan şer dike, dixwaze yek çandê ferz bike û çandên din ji holê rake.”

Di 25’ê Nîsana 2017’an de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker êrîşî Qereçoxê kirin û di encamê de 18 şervan û endamên çapemeniyê şehîd bûn.

Meclisa Kongra Star, bi boneya heftemîn salvegera êrîşa li dijî Qereçoxê daxuyaniyek da.

Kongra Star di destpêka daxuyaniya xwe de şehîdên Qereçoxê û tevahî şehîdên Şoreşa Azadiyê bi bîr anî û got:

“Ev êrîş jî beşek ji rêze êrîşên Erdoganê faşîst ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Şoreşa Rojava ku bi şoreşê jinê tê naskirin, gelek destkeftiyên dîrokî bi dest xist.

Dewleta tirk bi êrîşên xwe van destkeftiyan armanc digire, bi taybetî jî sîstema neteweya demokratîk ku hemû pêkhateyan di bin sîwaneke demokratîk a ku edalet û wekheviya civakî pêk tîne de dike yek.”

Kongra Star diyar kir ku dewleta tirk a dagirker heta niha dest ji binpêkirinên xwe yên mafên mirovan û dijmirovî yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bernedaye û got:

“Dewleta tirk hewl dide dagirkeriya xwe li zêdetirî yek welatan li Rojhilata Navîn jî berfireh bike.

Dewleta Tirk ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî hemû gelan şer dike, dixwaze yek çandê ferz bike û çandên din ji holê rake.”

Back to top button