Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê bi tawana gendeliyê hat girtin

Li Rûsyayê alîkarê Wezîrê Parastinê Tîmur Îvanov ji ber tawana gendeliyê hat girtin.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov anî ziman ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Sergey Şoygu ji berê de derbarê Îvanovê ku roja Sêşemê hat binçavkirin de agahdar bûne.
Eger Îvanov sûcdar bê dîtin, dibe ku heta 15 sal cezayê girtîgehê lê bê birîn.

Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Tîmûr Îvanov îro ji aliyê dadgehê ve bi sûcdariya gendeliyê hat girtin.

Li gor nûçeya ajansa Interfax, piştî ku Îvanov ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve bi tohmeta gendelî ya “mezin” hat girtin.

Rojnameya Îzvestia nivîsand ku hemû malên Îvanov ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine lêgerandin.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov anî ziman ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Sergey Şoygu ji berê de derbarê Îvanovê ku roja Sêşemê hat binçavkirin de agahdar bûne.

Reuters ragihand ku Ivanov karbidestê herî payebilind e ku bi tawanên bertîlê hatiye girtin ji dema dagirkirina Rûsyayê ya Ukraynayê di Sibata 2022 de.

Îvanov bi daxwaza heta 15 salan cezayê girtîgehê bê darizandin

Eger Îvanov sûcdar bê dîtin, dibe ku heta 15 sal cezayê girtîgehê lê bê birîn.

Tê şîrovekirin ku girtina Ivanov nakokiyek di navbera elîta desthilatdar li Rûsyayê û nîqaşek li ser gendeliyê ku hêzên çekdar ên Rûsyayê yên piştî Sovyetê dişUxilîne eşkere dike.

Îvanovê 48 salî ji sala 2016’an vir ve Alîkarê Wezîrê Parastinê bû.

Demeke dirêj li ser Îvanov tawanên bertîlê dihat kirin

Blogerên ku li ser înternetê li Rûsyayê nêrînên xwe yên li ser mijarên leşkerî parve dikin ev demek dirêj e ku generalên bertîlê digirin sûcdar dikin.

Weqfa Dijî Gendeliyê li Rûsyayê Ivanov û malbata wî di sala 2022’yan de bi jiyanek pir luks tawanbar kir.

Îvanov di heman demê de berpirsiyarê rêvebirina şîrketa girêdayî Wezareta Parastinê bû, ku avakirina îqamet û tesîsên leşkerî ji bo bicihkirina leşkerên ku di artêşê de wezîfedar dikirin.

Back to top button