Ermenîstan û Azerbeycanê dest bi xêzkirina sînor kirin

Ermenistan û Azerbeycanê ragihandin ku di çarçoveya xebatên normalîzekirinê de xêzkirina sînoran dest pê kiriye.
Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev diyar kir ku ew ji her demê zêdetir nêzîkî peymana aştiyê ya bi Ermenistanê re ne.
Li aliyê din piştî nûçeyên lihevkirinê li Ermenîstanê xwepêşandanên nû derketin.
Xwepêşanderên Ermen ji ax dayîna zêde ya Erîvanê bi fikar in.

Ermenîstan û Azerbeycan hewl didin ragêşiya heyî bi dawî bikin.

Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev ragihand ku ew ji her demê zêdetir nêzîkî peymana aştiyê ya bi Ermenistanê re ne.

Îlham Aliyev anî ziman ku li ser peymana aştiyê xwedî fikrekî hevpar in û tenê divê hurgiliyan bigirin dest.

Rayedarên her du welatan bi hêviya ku dawî li nakokiyên axê bînin, dest bi xebata diyarkirina sînoran dikin.

Aliyev: Aştiya bi Ermenîstanê re ji her demê bêhtir nêzîk e

Li Ermenîstanê agahiyên derbarê lihevkirinê de ji hêla ermenan ve rastî şermezarkirinê hat.

Ji ber payîza borî Azerbaycan bi operasyonekî Qerebaxê bi dest xistibû.

Meha borî serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşinyan bi erênî bersiv da daxwaza Bakûyê ya vegerandina çar gundên sînorî yên ku wan digotin di serdema Sovyetê de aîdî wan bûn.

Aliyev: Pêdiviya me bi navbeynkariyê nîne

Her wiha Aliyev pêşniyara Qazaxistanê ya ji bo mazûvaniya civîna wezîrên karên derve yên her du welatan qebûl kir.

Beriya niha Rûsya, Fransa, Îran, Amerîka û Almanya hewl dabûn navbeynkariya her du welatan bikin.

Lêbelê, danûstandinên dehsalan bê encam man.

Derbarê çavdêriya aliyê sêyemîn de jî Aliyev got:

“Em behsa ti navbeynkariyê nakin. Ji ber ku tiştên niha li ser sînor diqewimin nîşan dide ku eger em bi tenê bimînin zû yan dereng em dikarin bigihin peymanekî.”

Wezîrên karên hundir ên her du welatan, ku hefteya borî piştrast kirin ku ew ê di diyarkirina sînoran de li gorî nexşeyên serdema Sovyetê pêk bînin.

Paşînyan: Dê sînorên her du welatan hebin

Her wiha Paşînyan jî anî ziman ku hêzên sînor ên Rûsî ji heremê vekişin û Ermenîstan û Azerbaycan ji bo sînorên xwe biparêzin hevkariyê bikin.

Paşînyan destnîşan kir ku zelalkirina sînoran guhertineke girînge û ev yek tê wateya dê sînorên her du welatan hebin.

Xwpêşandanên li Erîvanê

Li aliyê din piştî nûçeyên lihevkirinê li Ermenîstanê xwepêşandanên nû derketin.

Xwepêşanderên ku ji ax dayîna zêde ya Erîvanê bi fikar in.

Di daxuyaniya xwe ya roja Sêşemê de, Ermenîstanê diyar kir ku “veguhestina her parçeyek ji erdên di bin serweriya Ermenîstanê de” ne mijara gotinê ye.

Back to top button