Meclisa Leşkerî ya Minbicê şaneya veşartî ku çete û malbatên wan ji Kampa Holê direvandin, girt..
Buroya ragihandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku, Yekîneyên wan ên Antî Teror, di dema ku şaneyê hewl dida 6 jinan derbasî herêmên di bin dagiirkeriya Tirk bikin, girt..
Buroyê da zanîn ku, di nava şaneyê de, fermandarekî Ehrar El-Şam ê bi navê “Ebû Nacî” mikur hat ku, “Ev şane bi fermana Tirkiyê hatiye avakirin û erka wê jî revandina endamên DAIŞ’ê û malbatên wan ber bi herêmên dagirkeriya Tirkiyê ve ye..
Her wiha çete di nava mikurhatinên xwe de, berpirsiyartiya gelek êrîş û teqînên li Minbicê girt ser xwe..
QSD’ê jî ragihandibû ku, wan 25 çeteyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê û Holê girtine.
KOALÎSYONÊ DAXUANIYEK BI KURDÎ BELAV KIR:
REWŞA LI BAKURÊ SÛRÎ, ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ’Ê LAWAZ KIR
Koalîsyona navdewletî jî daxuyaniyek bi zimanê Kurdî belav kir û destnîşan kir ku, ji niha û pêve wê operasyon li gel hevakarên wan li dijî DAIŞ’ê dest pê bikin..
Koalîsyonê, lawazbûna şerê li dijî DAIŞ’ê jî bi êrîşên Dewleta Tirk ve girê da..



