Encamên xirab ên ji ber hilweşîna aborî weke gelek welatan li Lubnanê jî berdewam dikin.
Jinên li Lubnanê ji her kesê zêdetir berdêla vê didin, ji ber ku neçar dimînin rojê şazdeh saet bixebitin.
Jinên Lubndanê diyar kirin ku zêde yên ku ji kirîza aborî bandor dibin jin in û gotin:”Di vê krîzê de tu bijarteyek li ber destên me tune ye ji bilî ku em kar bikin divê jin sebir bikin û li ber xwe bidin.”
Di demeke ku bandora siyasetê nemaye û zagonên ku jinan biparêzin tune ne, roj bi roj jinên Lubnanê bi krîza aborî re jî berdêleke giran didin û neçar dimînin ji çend aliyan ve têbikoşin.
Di rewşa aborî ya zehmet ku Lubnan tê de ye, gelek jin neçar mane dev ji zarokên xwe berdin.
Hinek malbatan zarokên xwe birine Navendên Lênêrîna Civakî ji ber malbatên wan nema dikarin xwarin û pêwîstiyên jiyanî ji wan re pêşkêş bikin.
Gelek jinan dest ji ezmûn û pisporiyên xwe berdan û berê xwe dan projeyên biçûk ji bo ku xwe ji krîzê xilas bikin.
Çalakvana sivîl û jîngehê Meryem Bîlal diyar kir ku ji ber krîza aborî ew neçar mane şêwazê jiyana xwe bugiherînin û dest ji gelek tiştên sereke berdin û got:
“Ez jî yek ji wan jinan im ku tevî dixebitim jî li karekî din digerim.
Ez ê niha 16 seatan kar bikim lê nizanim ez ê vê yekê tehemul bikim an na.
Jinên Lubnanê îro berdêla hilweşîna aborî didin.”
Wafaa Ziyanî jî ku karkerek e di şîrketeke taybet a serfkirinê de kar dike anî ziman ku herî zêde yên ku ji kirîza aborî bandor dibin jin in û wiha domand:
“Di aliyê derûnî û civakî de bandorên herî mezin li jinan tê kirin.
Di vê krîzê de tu bijarteyek li ber destên me tune ye ji bilî ku em kar bikin divê jin sebir bikin û li ber xwe bidin.”



