Li Girava Îmraliyê qutbûna têkiliyan ji kok ve hatiye qutkirin.
Parêzer û malbat bi tu awayî nikarin biçin serdanê.
Têkildarî mijarê Parêzera Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk diyar kir ku CPT erka xwe pêk nayne û got:
“Ev saziya CPT Û DMME’ê xwedî erk û berpirsiyar in ku îşkence û binpêkirina mafan asteng bikin, lê erkên xwe pêk naynin”
38 meh in agahî ji Rêber Apo û girtiyên li gel wî Hamîlî Yildirim, Omer Hayri Konar û Veysî Aktaş nayê girtin.
Têkildarî tecrîda heyî Midûriyeta Giştî ya Malên Tefkîf û Ceza ya girêdayî Wezareta Dadê bersîv da parlamenterê DEM Partiyê û îdeaya:”Tecrîd tune ji mafê xwe sûdê digire” kir.
Raziye Ozturk: Tecrîda li Îmraliyê qat bi qat hişk kirine
Têkildarî mijarê Parêzera Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk nirxandin kir.
Raziye Ozturk, destnîşan kir ku dixwazin parêzeran li dervê pêvajoya Îmraliyê bihêlin û wiha got:
“Mirov nikare van geşedanan tenê bi têgeha tecrîdê pênase bike.
Van polîtikayan tecrêd derbas kiriye. Li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê tecrîda qat bi qat hatiye hişkkirin heye.
Bi temamî têkiliya girtiyan û derve hatiye qutkirin.
Ev girtîgeh ji aliyê Rejîma Înfaza Giran ve tê meşandin.”
Raziye Ozturk: Wezîr tecrîdê asayî dike
Raziye Ozturk bal kişand ser îdîaya Wezareta Dadê ya “Tecrîd tune ye” û wiha berdewam kir.
“Wezareta Dadê îdîa dike ku tecrîd tune. Bi vê yekê têkoşîna me ya li dijî tecrîdê bêwate dike.
Vê bersîva wezaretê em matmayî nehişt. Ev nîşan dide ku tevî rastî li holê ne jî rastiyan înkar dike.
Wezîr bi vê bersîvê dixwaze vê têkoşînê pûç bike.
Lê emê ji berê bêtir tecrîdê teşîr bikin. Ji ber ku tecrîd rastiyek ku nayê înkarkirin e.”
Raziye Ozturk: CPT û DMME erka xwe pêk nayne
Prz. Raziye Ozturk, bêdengiya CPT û DMME’ê ya li dijî tecrîdê jî rexne kir û wiha bi dawî kir:
“Ev saziya CPT Û DMME’ê xwedî erk û berpirsiyar in ku îşkence û binpêkirina mafan asteng bikin.
Ji ber vê yekê em bi israr bang li van saziyan dikin ku erka xwe pêk bînin.
Me têkildarî mijarê serî li Komîteya Mafên Mirovan da. Di encama van serlêdanan de 2 caran Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê ji bo biryarên tedbîrê têkevin meriyetê serî li Tirkiyê dabû.
Lê Tirkiyê ev daxwazên NY’ê pêk neanîn.”



