Serokê hikumeta demborî yê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku hilbijartinên parlementoya Başûr di 10’ê hezîranê de pêk nayê û got: “Em ê dîrokek nû ji bo hilbijartina diyar bikin. ”
Li aliyê din Endamê Rêveberiya YNK’ê ragihand ku ger ew ji bo paşxistina hilbijartinê razî bûya, wê dewleta Tirk zextên xwe yên li ser Silêmaniyê kêmtir kiriba û got: “Me ti lihevkirin ji bo paşxistina hilbijartinê nekiriye.”
Serokê hikumeta demborî yê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ewê dîrokek nû ji bo hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê diyar bikin.
Bi vî awayî eşkere dibe ku hilbijartin carek din tê paşxistin.
Biryar bû di 10’ê Hezîrana îsal de, hilbijartina parlamentoya Başûr hatiba lidarxistin.
Lê li gorî daxuyaniyek nû ya Nêçîrvan Barzanî, tê dîtin ku ev yek nepêkane.
Nêçîrvan Barzanî: Emê demek nêzîk de dîroka nû ya lidarxistinê diyar bikin
Barzanî li Hewlêrê di Konferansekî de axivî û got:
“Emê demek nêzîk de dîroka nû ya lidarxistina parlamentoyê diyar bikin.”
Lê Barzanî di axaftina xwe de demeke zelal jî diyar nekir.
Di nava 2 salan de 4 caran hilbijartin hate taloqkirin
Ji 2022’an ve cara 4’ane ku biryara lidarxistina hilbijartina Başûrê Kurdsitanê bi îmzeya Nêçîrvan Barzanî tê dayîn, lê yek jî pêknehatin û hertim tê paşxistin.
Sedema wê jî tirsa PDK’ê ya ji windakirina kursiyên parlemetoyê ye.
Li gorî çavdêrên siyasî wê PDK’e di hilbijartina bê lidarxistina de jî bi binketineke mezin re rûbirû bimîne.
Lewma di nava hewildana paşxistina dema hilbijartinê de ye.
Tirkiye naxwaze li Başûrê Kurdistanê hilbijartin were lidaxistin
Her wiha li gorî agahiyan dewleta Tirk a dagirker jî naxwaze ku li Başûrê Kurdistanê hilbijartin were lidarxistin.
Ji ber vê jî tê diyar kirin ku ev nerazîbûna PDK’ê hinekî jî li ser daxwaza Tirkiyê tê kirin.
YNK: Eger em ji bo paşxistina hilbijartinê razîbûna, wê Tirkiyê zextên xwe kêmkiriba!
Têkîldarî vê mijarê ji YNK’ê jî daxuyaniyeke balkêş hat.
Endamê Rêveberiya YNK Letîf Nêrweyî derbarê helwesta YNK’ê ya ji bo paşxistina hilbijartinê de axivî.
Letîf Nêrweyî diyar kir ku ew di mijara pêkanîna hilbijarinê ya di demê wê de bibiryarin û got:
“Eger me ji bo paşxistina hilbijartinê lihevkirinek kiriba, wê Hikumeta Tirkiyeyê zextên li ser Silêmaniyê jî kêmtir kiriba.
Lê me ji bo paşxistina hilbijartinê ti lihevkirinek nekiriye.”



