Li Zapê di çalakiya gerîlayên Azadiya Kurdistanê de, leşkerekî din yê dagirker hat ceza kirin.
HPG’ê ragihadn ku arteşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedaniya gerîlayan 4 caran bi teqemeniyên qedexe û gazên kîmyewî êriş pêk anîn e.
Li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker, Navenda Ragihandin û Çapemeniye ya HPG’ê daxuyaniyek da.
Di serî de HPG’ê ragihand ku 10’ê Gulanê li Qada Girê Amediyê yê herêma rojavaya Zapê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin
11’ê Gulanê jî dîsa li Girê Amediyê û Girê Cudî yên heman herêmê bi çekên giran li dagirkeran dan.
Tunelên şer ên gerîla 4 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin
HPG’ê li ser êrişên çekên kîmawî yên artêşa Tirk a dagirker jî ev agahî parve kir:
10’ê Gulanê tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 4 caran bi teqemeniyên qedexe û gazên kîmyewî hatin bombekirin.
HPG’ê eşkere kir ku herêmên Xakurkê, Garê, Metîna û Zapê bi giştî 17 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.



