Dewleta Tirk a dagirker duh 3 welatiyên sûrî bi darê zorê vegerandin Sûriyê.
Her sê welatî li Ezazê ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.
Li gorî çavkaniyên xwecih, dewleta Tirk a dagirker duh berê 3 welatiyên Sûriyê da bajarê Ezazê yê dagirkirî.
Çavkaniyan diyar kirin ku her sêwelatî li Ezazê ji aliyê çeteyên “Cebha El Şamiya” ve hatin revandin.
Li gorî heman çavkaniyan navên kesên ku hatine revandin wiha ne; Zekereya Etra, Yûsif Etra ji bajarê Risten û Selîm Wakiye ji Teblîsê yên Himisê ne.



