Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 2 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûn eşkere kir û got:
HPG’ê sersaxî ji malbat û gelê kurdistanê re xwest û got: “Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe ji cihê lê mane bi biryardarî bidomînin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûn eşkere kir.
HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd de ev tişt anîn ziman:
“Di 18’ê Nîsana 2024’an de di encama êrîşên dijmin ên li dijî herêma Xakûrkê de hevrêyên me Merwan û Tûfan şehîd bûn.
Hevrêyên me Merwan û Tûfan li her qada ku lê bûn bi awayekî fedaî tevlî bûn û ji bo xeta Apoyî bi jiyanî bikin kedeke mezin dan.
Hevrêyên me Merwan û Tûfan li nava refên gerîla de derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin.
Ew exlaqa jiyana partiya me ji bo xwe kirin çavkaniyê pêşketinê û bûn milîtanên bi mînak.
Hevrêyên me Merwan û Tûfan hewl dan bi baweriyek mezin, li ser bingehek xurt têkoşîna xwe ya azadiyê bi serketinê tacîdar bikin.
HPG: Hevrê Merwan û Tûfan bûn mîlîtanên fedaî yên Apoyî
Hevrêyên me li ser esasê dilsoziya bi Rêber Apo û şehîdan re hewl dan hemû erkên xwe bi cih bînin.
Mîna milîtanên fedaî yên Apoyî bûn xwedî têkoşiyaneke xurt ya bê sînor.
Mîna milîtanên dilsozê Rêber Apo û şehîdan, ji bo bicihanîna armancên xwe her tim xwe ji bo qadên herî zehmet pêşniyar dikirin.
Hevrêyên me Merwan û Tûfan ên ku amade bûn li her qadê wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi rengekî serketî bi cih bînin.
Xwedî li berpirsyariyên xwe yên dîrokî derketin û karîn bi vê seknê di dilê hevrêyên xwe de cih bigirin.
HPG’ê soza domandina têkoşîna şehîdan da û got:
“Em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz, bi taybetî ji malbatên hêja yên hevrêyên me Merwan û Tûfan re dixwazin.
Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe ji cihê lê mane bi biryardarî bidomînin.
Agahiyên derbarê nasnameyên şehîdan de wiha ye:

Nasnav: Merwan Zêrevan
Nav û Paşnav: Ahmet Îbrahîm El Ahmet
Cihê Jidayikbûnê: Heleb
Navê Dayik: Fatma
Navê Bav: Îbrahîm
Dem û Cihê Şehadetê: 18 Nîsan 2024/Xakurkê

Nasnav: Tûfan Koçer
Nav û Paşnav: Ahmet Bayar
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik: Taybet
Navê Bav: Abdullah
Dem û Cihê Şehadetê: 18 Nîsan 2024/Xakurkê



