OHD dê ji bo Îmraliyê dîsa serî li Wezareta Dadê bide

Li dijî “agahînegirtina mutleq” a li Îmraliyê rêxistinên hiqûqî, baro û parazvanên mafên mirovan gelek caran serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyê dan.
Lê wezareta dadê got ‘tecrîd nîne’.
Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê OHD Îshak Demîrel li ser mijarê axivî û got: “DMME, NY û CPT divê bi erkên xwe rabin”

Ji Rêber Apo û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, 38 meh in agahî nayê girtin.

Li dijî “agahînegirtina mutleq” a li Îmraliyê rêxistinên hiqûqî, baro û parazvanên mafên mirovan gelek caran serî li Wezareta Dadê dan.

Lê ne êrênî ne neyînî bersivek ji van serlêdanan re nehate dayîn.

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî di 7’ê kanûna 2023’yan de serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolînên Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dabûn.

Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê ji serlêdanê re bersiva “tecrîd nîne” da.

Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê OHD ya Stenbolê Îshak derbarê bersiva wezaretê û hewldanên xwe de axivî.

Nakokiyên di bersiva wezaretê de

Îshak Demîrel ji bo bersiva wezareta dadê wiha got:

“Di bersiva hatiye dayîn de dibêje ku li Girava Îmraliyê tecrîd nîne..

Hikumxwarî ji mafên xwe sûdê digirin.. lê dema em nivîsê lêkolîn dikin bêyî ku em bikevin beşa wê ya hiqûqî nakokî di nav de hene.”

Îshak Demîrel: DMME û CPT erkên xwe pêk naynin

Demîrel, bi lêv kir ku hem OHD hem jî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî tecrîdê û bêhiqûqiyên din raporên şênber pêşkeşî saziyên navnetewî kirine û wiha lê zêde kir:

“Ji bo noxteya bi dawîkirina tecrîdê ya ji aliyê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ve ji bo mekanîzmayên pêwîst bên xebitandin û bang li Tirkiyeyê bê kirin serî li DMME, NY û CPT’yê tê kirin.

Lê mixabin di salên dawî de ji aliyê saziyên navnetewî ve mekanîzmaya ku tê hêvîkirin nayê xebitandin.”

Îshak Demîrel: Serlêdana nû dê were kirin

Demîrel, da zanîn ku weke OHD’ê xwe amade dikin ku têkildarî Îmraliyê dîsa serî li Wezareta Dadê bidin û axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Em plan dikin ku hem ji bo hevdîtin were kirin hem jî ji bo bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike serlêdaneke nû bikin. Divê ev rewş bi OHD’ê re bisînor nemîne.

Ji ber ku ev tecrîd ne rewşeke wiha ku tenê bandorê li me dike ye.”

Elîf Taşdogen: Li girtîgeha Îmraliyê dijhiqûqî hatiye avakirin

Back to top button