Nûnerê Têkiliyên Derve ya Meclisa Kurd a Brîtanyayê Egît Karataş li ser çalakiya dijî CPT yê bê kirin axivî.
Egît Karataş diyar kir ku wê li ser CPT yê zext bên kirin û got:
“Ji bo zextê li CPT’yê bikin dê bi sedhezaran name jê re bên şandin da ku ji bo Îmraliyê bikeve nava tevgerê.
Ji Rêber Apo û girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîda mutleq de tên ragirtin 38 meh in tu agahî nayên girtin.
Ji bo şikandina tecrîdê, li 74 navendên cîhanê kampanya azadiyê despêkir û Kampanya roj bi roj mezintir dibe.
Herî dawî zimanzan û gelek akademîsyen, sendîkavan, nivîskar û rojnameger jî di nav de, gelek kesan bi sernavê “bangawaziyeke lezgîn a ku divê tavilê esas were girtin” nameyek ji CPT’yê re şandin.
Yek ji îmzevanên nameyê jî Nûnerê Têkiliyên Derve ya Meclisa Gel a Kurd a Ingilistanê Egît Karataş bû. Karataş, têkildarî mijarê axivî.
Egît Karataş: kampanyaya Nameyan
Egît Karataş, da zanîn ku zêdetirî 20 sal in Peace in Kurdistan (Înîsiyatîfa ji bo Kurdistanê Aştî) ku hatiye avakirin di nava çalakiyande ne û got:
“Birêz Abdullah Ocalan nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
Nameya me ji CPT’yê re şandî, destpêka serlêdanan e. Ev ne xebatekî ji bo carekî bû.
Ev destpêkek bû. Ji bo partiyên siyasî û parlamenterên li Ingilistanê jî bi îmzeyên xwe nameyan bişînin em ê xebatan bidomînin.”
Egît Karataş: Armanca tecrîdê ew e ku ji gel qut bikin
Egît Karataş, got ku Tirkiye li Îmraliyê gardiyantiya NATO’yê dike û got:
“Tirkiye li Îmraliyê gardiyantiya NATO’yê dike. Em dizanin ku Girava Îmraliyê berhema NATO’yê ye.
Paradîgmaya Abdullah Ocalan xwedî wê potansiyelê ye ku hevsengiyên Rojhilata Navîn biguherîne.
Ditirsin ku bi rola pêşengtiyê rabe. Lewma di bin gardiyantiya dewleta tirk de tecrîda girankirî ferz dikin.
Ji ber ku mirovek ji ber fikrên xwe bi temamî ji gel hatiye qutkirin ku mînaka wê li cîhanê nîne.
CPT jî berpirsyartiyên xwe yên qanûnî pêk nayîne.”



