Meclisa Malbatên Şehîdan merasîmeke xiyabî ji bo şehîd Merwan Zirvan li dar xist.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo Gerîlayê HPG’ê şehîd Merwan Zêrvan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê merasîmek li dar xist.
Şehîd Ehmet Îbrahîm El Ehmet 18’ê Nîsana 2024’an li Xakurkê şehîd bûbû.
Ji fermandarên YPG’ê Ferhad Kobanê, behsa kesayeta şehîd Merwan kir û got:
Şehîd Merwan bi vîna xwe tevlî gerîla bû, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê qebûl nekirin, berpirsyariya parastina Kurdistanê da ser milê xwe.
Ferhad Kobanê soza domandina riya şehîdan da û anî ziman:
Çawa şehîd Merwan têkoşiya, em ê jî xwedî li çeka wî derkevin, tola wî hilînin û planên dagirkeran têk bibin.
Endama rêveberiya Nivîsgeha Jinan Remziye Salih jî anî ziman ku bi saya fedakariyên şehîdan ew qas destkeftî bi dest xistin e.
Malbata şehîd jî got di oxira rizgarkirina Kurdistanê û azadiyê de em ê şehîdan bidin.”



