Dûran Kalkan: Daxuyaniya CPT mikurhatineke

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan tevlî bernameya taybet a Televîzyona Medya Haberê bû.
Dûran Kalkan bal kişand li ser qedexeyên li Îmraliyê dewam dikin ku çavkaniya wan helwesta CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Konseya Ewropa ye.
Kalkan da zanîn ku pêngava azadiyê ya cîhanî ji bo şikandina pergala êşkence û qirkirinê encam bi xwe re derxistiye holê, lê ji bo encamgirtineke mayînde îşaret bi vê rastiyê kir ku helwesteke berfireh û radîkaltir pêwîste.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê de pergala tecrîd û êşkenceya Îmraliyê bi berfirehî nirxand.

Dûran Kalkan diyar kir ku dewlete Tirk û hêzên Komploger dixwazin li Îmraliyê rewşa îzolasyona mutlaq dewam bikin û ev nixandin kirin.

“CPT daxuyanî da ku û ew di heman demê de mikurhatineke.

CPT dibêje em girêdayî Konseya Ewropayê ne.

Rapora xwe dane konseyê û dibêjin, êdî berpirsyariya konseyê ye.

Yanî konsey bixwaze wê raporê eşkere bikin.

CPT bi vî rengî dibêje; ti hêzeke min nîne ku bikaribim rapora xwe jî eşkere bikim.”

Dûran Kalkan: CPT li gor desthilatê tevdigere

Dûran Kalkan bal kişand ser helwesta CPT ya derbarê rewşa Rêber Apo de û got:

“Li gorî daxuyaniya hiqûqnasan, daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, CPT rast nabêje.

CPT bixwaze raya xwe, erka xwe bi kar tîne.

Lê dema mijar dibe Rêber Apo û doza Kurd CPT erka xwe bikar nayne.

CPT li gorî desthilatê û berjewendiyên wê tevdigere.”

Dûran Kalkan: Ji bo pêşî li hevdîtinên bi Rêber Apo bigirin cezayên disiplînê dibirin

Kalkan ragihand konsepta dawîn a Îmraliyê di pratîkê de ye û li ser astengkirina mafê ji nû ve dadgehkirina Rêber Apo hatiye tanzîmkirin û wiha got:

“Herî dawî dîsa bi hincetên pûç û vala cezayê disiplînê eşkere kirin.

Parêzer dibêjin ev ceza hemû ji bo pêşî li hevdîtinan bên girtin tên dayîn.

Ji bo pêşî li dadgehkirinê bigirin van cezayan dibirin.

Di sala 25’an de mafê ji nû ve dadgehkirinê heye lê ji bo pêşî lê bigirin wisa dikin.

Ev biryareke dewleta Tirk bi tenê jî nîne, pergala serdest jî hevkarê vê dek û dolabê ye.”

Dûran Kalkan: Rê li meşandina têkoşîna hiqûqî ya Rêber Apo digirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan qedexeya hevdîtina parêzaran jî nirxand û destnîşan kir ku armanca qedexeyê ew e ku Rêber Apo nikaribe têkoşîna hiquqî bimeşîne û got:

“Rêber Apo li dijî dek û dolaban xwest bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

Lê nahêlin hevdîtin pêk were. Çîma? Ji bo ku Rêber Apo nikaribe têkoşîna hiqûqî bimeşîne.

Bi rêya biryarên dadgehên faşîst ên dijminê gelê Kurd, ser dek û dolaba xwe jî digirin.”

Back to top button