Di 3’ê Gulana 2024’an de li rojhilatê kantona Reqayê ji aliyê hêzên YPJ’ê û hêzên YAT-Komandos ve operasyoneke hevbeş li dijî şanayên razayî yên DAÎŞ’ê hate lidarxistin.
Di encam de 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin û bi yê yekê planeke din a DAÎŞ’ê Têk çû.
Navenda Çapemenî û Ragihandina YPJ’ê derbarê vê yekê de daxuyaniyek da û got:
“Li gor agahî û belgeyên hatin bidestxistin, hate zanîn ku şaneyên DAIŞ’ê li bajarê Reqayê amadekariya êrîşeke xeternak dikirin.
Di encama operasyona hevbeş de ev hucreya DAIŞ’ê hate têk birin û 4 endamên wê hatin girtin.”
https://www.youtube.com/watch?v=Q-Q71IZuezQ



