Pro.Zimanê Kurdî Hesen Bêstûnî rewşa Ziman li Başûrê Kurdistanê nirxan

Profesorê Zimanê Kurdî Bêstûn Hesen rewşa Zimanê Kurdî li Başûrê Kurdistanê nirxand û got:
Li Başûrê Kurdistanê Zimanê Kurdî bi siyaseteke nerm tê tunekirin

Bi boneya cejna Zimanê Kurdî serokê beşa Perwerdeya Seretayî ya Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Silêmaniyê Profesorê Zimanê Kurdî Bêstûn Hesen rewşa zimanê kurdî li başûrê Kurdistanê nirxand.

Profesor Bêstûn Hesen got ku her netewek hewl dide ziman, çand û kevneşopiyên xwe bi pêş bixe û biparêze. Lê li başûrê Kurdistanê em bi siyaseteke pir nerm, ber bi tunekirina zimanê Kurdî ve diçîn.

Pro.Bêstûnî Hesen: Li Başûrê Kurdistanê Ziman bi siyaseteke nerm tê tunekirin

Profesorê Zimanê Kurdî behsa girîngiya hebûn û parastina ziman kir û got:

“Sedema Kurdan kariye heta niha Kurd bimînin ewe ku em li malên xwe bi Kurdî daxivin.

Yanî her gelê ku zimanê wî ber bi tunebûnê ve diçe, ew gel bixwe jî ber bi tunebûnê ve diçe.

Em gelê Kurd parçe bûne. Ya ku me bi hev ve girêdide zimanê Kurdî ye.

Pro.Bêstûnî Hesen: Parastina Ziman Parastina Kurdan e

Ji ber vê yekê divê girîngiyeke mezin ji zimanê dayikê re bê dayîn da ku rê li ber parçebûna netewa Kurd bê girtin.

Erkê sereke yê dayik-bav, Mamosta û Saziyên Perwerdeyê zarokan fêrî hezkirina ji ziman bikin.”

Back to top button