Şerê Îsraîl û Hemasê ku herî zêde sivîl dibin qurbanî gihişt roja xwe yê 222’yan.
Baskê leşkerî yê Hamasê Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam ragihand ku li bakurê Şerîda Xezayê herî kêm 12 leşkerên Îsraîlê hat kuştin.
Her wiha artêşa Îsraîlê da xuyakirin ku 5 leşkerên wê ji aliyê leşkerên xwe ve di “gulebarana dostaniyê” de hatine kuştin.
Di 222 rojên şerê Îsraîl û Hemasê de dîsa herî zêde sivîlên li heremê dijîn bûn armanc.
Bîlançoya giran a li Şerîda Xezayê de hîna ne agirbest û ne jî çareseriyek siyasî bi şênberî xuya nake.
Heyva Sor a Filistînê di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li ser hesabê xwe yê X’ê de bal kişand ser hejmara zarokên ku li Şerîda Xezayê jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniya xwe ya duh de Wezareta Tenduristiye ya Filistine ya li Xezaye ragihand ku di erişen İsraile de ji 7e cotmehe vir ve hejmara miriyan derket 35 hezar û 233’an û hejmara birîndaran jî derket 79 hezar û 141’an.
Hat ragihandin ku hîna bi hezaran mirî di bin xirbeyan de ne, binesaziya sivîl jî bi hedefgirtina nexweşxane û saziyên perwerdehiyê hatiye hilweşandin.
Hemas: Kampa penaberan a Cibaliyê 12 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin
Baskê leşkerî yê Hamasê Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam êrîşên xwe yê li ser artêşa Îsraîlê daxuyaniyek parve kir.
El-Qessam ragihand ku di operasyona li dijî Kampa Penaberan a Cîbaliye ya li bakurê Şerîda Xezayê de herî kêm 12 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin.
Tûgayên El-Qessam di daxuyaniyekê de bi rêya Telegramê ragihand ku şervanên wan bi mûşekên Yasîn 105 buldozereke leşkerî xistine û du moşekên antî-personel hêzên Îsraîlê ku li malekî mewzî girtibûn kirin armanc.
Artêşa Îsraîlê êrîşî Tulkarmê kir: 3 kes mirin
Her wiha hêzên Îsraîlî şeva borî êrîşeke hemwext birin ser Ramallah, Nablus û Tulkarm a li Şerîa Rojava.
Li gorî şAhidan, artêşa Îsraîlê li gelek taxên Nablusê yên li bakurê Şerîeya Rojava mewzî girtin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser bajarê Tulkarmê yê Şerîeya Rojava de 3 kes mirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Cîhana Erebî, şahidên bûyerê gotin ku hêzên Îsraîlî avêtin ser gelek buroyên diravî yên li bajaran.
Hin şahidên din jî ragihandin ku hêzên Îsraîlê êrîşî bajarên Beytlehm û Hebronê yên Şerîeya Rojava kirin.
Îsraîl: 5 leşkerên Îsraîlê di ‘Gulebarana Dostaniyê’ de hatin kuştin
Li aliyê din artêşa Îsraîlê daxuyand ku 5 leşkerên wê ji aliyê leşkerên xwe ve di “gulebarana dostaniyê” de hatine kuştin.
Bûyer li herêma kampa Cibaliye ya li bakurê Xezayê pêk hat.
Berdevkên artêşê diyar kirin ku leşkerên Îsraîlî yên di hundirê avahiyekê de bi mebesta ‘dijmin in’ gulebaran kirine.
Di vê êrîşê de 5 leşkerên ku ji du topên hewanê hatin xistin, hatin kuştin. Medya Îsraîlê ragihand ku 7 leşker jî birîndar bûne.



