Lijneyên Hilbijartinan li gelek bajar û bajarokên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat avakirin.
Niha jî balavkirina kartên hilbijartinan dest pê kir.
Li gorî Komîseriya bilind a Hilbijartinan ku texmîn dike nêzî 3 milyon hilbijêr dengên xwe bidin.
Ev xebatên belavkirina kartên hilbijartinan bi riya komînan dest pê kir.
Qanûna hilbijartinan, kesên ku 18 salî temam kiriye û ji xelekê herêmê ye û ev 5 sal e lê dimîne, dikare kartê wergire û tev li hilbijartinan bibe îcar li gorî vê yekê tên tomarkirin.
Hemwextî belavkirina kartan, partî û blokên siyasî, civakî û kesayetên serbixwe, daxwaznameyên tevlêbûna hilbijartinan ji lijneyên hilbijartinan re pêşkêş dikin.



