Li Başûr li ser telefonê kampanyaya alîkariyê dest pê kir

Li Başûrê Kurdistanê kampanyayên alîkariyê yên ji bo Rojava dewam dikin.
Herî dawî bi rêya telefonê jî ji bo koçberên Rojava alîkarî tê komkirin.

Rêveberên Kampanyaya Sarêj li ber Ofîsa Heyva Sor a Kurd a li Silêmaniyê ji bo kampanya alîkariyê ya Rojava daxuyanî dan.

Hat diyarkirin ku welatî dikarin li numareya telefonê ya (0770.7000.629) bigerin û tevlî kampanyayê bibin.
PISTGIRIYA BERXWEDANA RÛMETÊ
LI SER NÛMARA 0770.7000.629 JI BO ROJAVA ALÎKARIYÊ KOM BIKIN
Her weha li tevahî Başûrê Kurdistanê dikarin li navendên asiacell û ofîsa Heyva Sor a Kurd jî beşdarî kampanyaya alîkariyê bibin.

Yek ji rêveberên kampanyayê Emer Heme Elî anî ziman ku welatî bi alîkariya derman û maddî jî dikarin tevlî kampanyayê bibin û weha axivî:

“Weke wezîfeyeke mirovî, niştimanî û neteweyî em hewl bidin tevlî kampanyayê bibin û alîkariyê bidin koçberên Rojavayê Kurdistanê.”

Kampanya alîkariyê ku 20’ê Mijdarê destpêkiribû wê heta 28’ê Mijdarê dewam bike.

Leave a Reply

Back to top button