Dewleta Tirk stasyona Seîda bombebaran kir

Artêşa Tirk careke din stasyona petrolê ya Seîda ya li bajarê Tirbespiyê bombebaran kir.

Stasyona petrolê ya Seîda ya dikeve bakurê bajarê Tirbespiyê.

Stasyon bi du moşekan bombebaran kir. Ji ber bombebaranê beşek stasyonê wêran bû.

Stasyona Seîde duyemîn mezintirîn stasyona komkirina petrolê li kantona Cizîrê ye.

Stasyon di dawiya par de jî ji ber êrişên dewleta Tirk ji xizmetê derketibû.

Back to top button