![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/05/HPGe-nasnameya-.jpg)
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir.
HPG’ê sersaxî ji gelê Kurdistanê re xwest û got:
“Hevrê yê me Sîdar li dijî hemû êrîşên li dijî gelê me hatine kirin, bi fedayî şer kir û wezîfeyên xwe yên şoreşgeriyê bi cih anî.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayekî êşkere kir.
HPG’ê derbarê gerîlayê şehîd ev tişt diyar kirin:
“Hevrêyê me Sîdar Serhed di Çileya 2024’an de lii Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di şerê li dijî dijmin de tevlî karwanê nemiran bû.
Hevrêyê me yê milîtanê hêja Sîdar ku ji aliyê gelê me yê Serhedê ve hat mezinkirin, bi ked û fedakariya xwe di têkoşîna azadiyê kedek mezin da.
Hevrêyê me Sîdar bû milîtanekî Apoyî yê mînak.
Hevrêyê me yê ku ji Amedê dest bi meşa azadiyê kir û li Rojava berdewam kir, li hemberî hemû êrîşên li ser gelê me bi fedaî li ber xwe da.
Piştre hevrêyê me berê xwe da çiyayên Kurdistanê, evîna xwe ya zarokatiyê û bi tevlîbûna xwe ya fedaî derket lûtkeyê.
HPG: Em’ê têkoşîna azadiyê bighînin serkeftinê
HPG’ê sersaxî ji gelê kurdistanê re xwest û got:
“Em soza xe dubare dikin ku têkoşîna azadiyê ya dewrî me kiriye bigihînin serkeftinê û di kesayeta wî de bibin layiqî hemû şehîdên xwe yên leheng.
Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrê Sîdar, gelê welatparêz Serhedê û hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.
Agahiyên derbarê nasnameya Şehîd de wiha ye:
Nasnav: Sîdar Serhed
Nav û paşnav: Tûran Derdîyok
Cihê jidayikbûnê: Erzirom
Navê Dayik: Hatûn
Navê Bav: Hesen
Dem û cihê şehadetê: Çileya 2024 / Herêmên Parastinê yên Medyayê