Rêveberiya Xweser 18 malbat li ser daxwaza wan ji kampa Holê derxistin

Şêniyên herêma Dêra Zorê, piştî têkbirina DAIŞ’ê, êdî li erd û malên xwe vedigerin.
Berî niha, Rêveberiya Xweser bi sedan malbatên Dêra Zorê li ser daxwaza wan ji kama Holê derxistibûn.
Îro jî, 18 malbat ji kampê hatin derxistin.

Li gorî agahiyên rêveberiya kampê Rêveberiya Xweser 18 malbatên ku ji 74 kesan pêk tên, li ser daxwaza wan ji kampê derxistin.

Weku di dîmen de diyar e, malbat tev alav û tevaya kelûpelên xwe ber bi Dêra Zorê ve bi rê ketin.

Li gor daneyên fermî, heta niha 2 hezar û 363 malbatên Sûrî, yên ku jimara wan 8 hezar û 828 kes e, ji kampa Holê hatine derxistin.

Her wiha heta niha derdora 200 malbatên Îraqî jî ji kampê hatine derxistin.

Back to top button