![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/05/MEYDANI-.jpg)
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên kantona Efrîn-Şehbayê û Minbicê topbaran kirin.
Li gundê Seyada, Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldane derbasbûna çeteyan a gund têk bir.
Hat ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Um El Hoş ê kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kir.
Lê belê agahî derbarê encamên topbaranê nehatin bidestxistin.
https://hawarnews.com/kr/dewleta-tirk-a-dagirker-rojavaye-minbice-topbaran-kir
Dijî gundên Minbicê jî topbaran hebû.
Hêzên Eniya El Ekrad aşkera kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarokê Erîme û gundê Qirt Wêran ê rojavayê kantona Minbicê topbaran kirin.
Her wiha da zanîn ku 17 top li wan herêmên tijî xelkên sivîl ketiye.
Hewldana derbasbûna çeteyan a derbasbûna gundê Seyada hat têk birin
Li hêlekî din Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldana derbasbûna çeteyan ya li gundê El-Seyada têk bir û çete neçar man paşde birevin.
Ev gund dikeve bakurê rojavayê kantona Minbicê.
Di dema hewildanê de, çeteyan gundên Seyada û Şêx Yehya topbaran kirin, di encamê de agir bi zeviyên çandiniyê ket.