![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/05/KOMISERI-BANG.jpg)
Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bang li rêxistnên navneteweyî kir ku werin herêmê û çavdêriya hilbijartinên şaredariyan bikin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 11’ê Hezîranê hilbijartinên şaredariyan dê pêk werin.
Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li rêxistnên navneteweyî kir ku çavdêriya hilbijartinên şaredariyan bikin.
Komîseriyê ev yek bi riya daxuyaniyekê li navenda xwe ya Reqayê ragihand.
Hate diyar kirin ku Deriyên namzetbûnê û radestkirina kartên hilbijartinê hate vekirin.
Her wiha Xebatên diyarkirina navendên hilbijaritnê berdewam in.
Komîseriyê di dewama daxuyaniyê de got:
“Ji ber ku armanca me biserxistina hilbijartinan e, em bang li rêxistinên navneteweyî yên hikumî û nehikumî dikin ku çavdêriya navendên hilbijartinê, dengdayînê û jimartina dengan bikin.