Danûstandina gera duyem a xebatên ”Komîteya Destûrî” bi bin ketin

Di nava şerekî dijwar li ser erdê û nakokiyên girêdayî mijarên ku bên gotûbêjkirin, îro xebatên gera duyemîn a Komîteya Destûrî beriya ku dest pê bikin, bibin ketin û civîn nehate lidarxistin.
Nûnerên rejîma Sûrî gotin, ji ber ku mercên rejîmê yên bi navê ”Zemîna Hevpar a niştîmanî” nehatin esasgirtin civîn bibinket û şandeya rejîmê ji hola civînan a NY derket.
Têkildarî destwerdana derveyî jî, beriya xebatên gera duyem dest pê bikin, Rûsya NY hişyar kir.

Îro xebatên gera duyemîn a Komîteya Destûrî ya Sûrî li Cinêvê beriya dest pê bike, bibin ketin..

Çavkaniyên nêzî rejîmê beriya xebatên îro teqez kirin ku ”Di nava xebatên gera duyemîn de, heta ku mercên rejîmê yên bi navê ”Zemîna Hevpar a niştîmanî” yên di gera borî de hatibûn destnîşankirin, neyên asasgirtin”, wê ti madeyên destûra Sûrî neyên nîqaşkirin.

GERA DUYEM A XEBATÊN ”KOMÎTEYA DESTÛRΔ
REJÎMA SÛRÎ MERCÊN XWE JI BO DANÛSTANDINAN ESAS DIGIRE

Ev mercên ku rejîm behsa wan dike jî ev in:

* Şermezarkirina teror û tundiyê bi hemû awayên wê.

* Çi kesê ji derveyî desthilata dewleta Sûrî çek ragirtibe, terorîst e.

* Şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û redkirina hebûna hêzên biyanî li ser xaka Sûrî di nav de Emerîka.

Li gorî çavkaniyên bi ser rejîmê ve, ji ber ev merc nehatin esasgirtin, gera duyem a xebatên Komîteya Destûrî îro bibin ketin û şandeya rejîma Sûrî ji hola civînê ya NY derket.

Ev mercên rejîmê di wextekî de hatin ku aliyê bi navê ”Opzisyonê” ragihandibû ku di vê gerê de wê rêgezên bingehîn ên giştî yên girêdayî desteyên bingehîn di dewletê de û mijarên girêdayî artêşê bên gotûbêjkirin.

RÛSYAYÊ “NY” HIŞYAR KIR:
DESTWERDANÊN DERVE DI XEBATAN DE XETERÎ NE

Ji aliyê xwe ve beriya ku xebat dest pê bikin, Rûsya hişyariya destwerdanên derve di xebatên komîteyê de da NY.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov nûnerê NY li Sûriyê Geir Pedersen hişyar kir û got:

Di xebatên komîteya destûrî de destwerdanên derveyî û ferzkirina çareseriyên ji derve ve hene û ev yek xeteriyek e.

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close