Li Brûkselê kongra 8. a “Ji bo piştgiriya siberoja Sûriye û herêmê ” pêk hat.
Serokê Hikumeta Şamê Esed yê diyaloga siyasî red dike, wekî berpirsê yekem yê aloziyê hate nîşandan.
Hate gotin, cîhan êdî nikare bandorên “jibîrkirina aloziya Sûriyê” rake.
Li paytexta Belçîka, Brukselê kongreya 8’an a “Piştgiriya Siberoja Sûriye û Herêmê” ve pêk hat.
Civîn doh ji aliyê Yekitiya Ewropayê ve hat lidarxistin.
Berpirsê siyaseta derve ya Yekitîya Ewropayê Josep Borrell di kongreyê de axivî û got:
“Nabe erkê me bi alîkariyên mirovî tenê sînordar bimîne.
Di dema dawîn de alîkarî lawaz bû.
Divê em hewldanên xwe yên dîtina çareseriyeke siyasî ji aloziyê re zêdetir bikin.
Divê hêviyên gelê Sûriyeyê ji bo siberojeke aştiyane û demokratîk bi cih bîne.”
YE: Cîhan êdî nikare bandorên ‘jibîrkirina Sûriyê’ rake
Borrell anî ziman ku cîhan li gel şerê li Xezayê û bandorên wê li herêmê, di heman demê de li gel şerê li Ukraynayê êdî nikare bandorên “Jibîrkirina Sûriyeyê” an paşguhkirina aloziya wê rake.
Josep Borrell serokê hikumeta Şamê Beşar El Esed “Ê ketina nava diyalogên siyasî red dike” wekî berprisê yekemîn ê dewamkirina aloziya li Sûrî nîşan da.
YE: Bêtirî ji sedî 70 Sûriyan pêwistiya wan bi alîkariya mirovî heye
Her wiha bi bîr xist ku YE ji destpêka aloziya Sûriyê ve û heta niha 33 milyar euro alîkarî pêşkêş kiriye û got:
“Ji bo domandin û zêdekirina alîkariyan hewcedariyeke mezin heye, nemaze ku bêtirî ji sedî 70 sûriyeyî pêwistiya wan bi alîkariyên mirovî ne.”
Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonio Guterres ê bi qeydeke deng beşdarî kongreyê bû, anî ziman ku kongre piştî 13 salan ji êş û azarên Sûriyê re pêwîstiyeke lezgîn bû.
Guterres got, ji sedî 90 penaberên sûriyeyî nikarin pêwîstiyên xwe yên sereke bi cih bînin.
Wezîrê karên derve yê Lubnanê Ebdullah Bû Hebîb pêşnumeyên ku di civîna parlamentoya Lubnanê de derketin parve kir û got,
Lubnan bi hemû aliyên xwe yên siyasî, olî û civakî der barê dosyaya penaberan de li ser “xaleke jê neveger” li hev kirine.
Di kongreyê de her wiha pêkanîna biryara 2254’an a Konseya Ewlekariyê, projeyên di qada tenduristiyê ya Sûriyê de, astengiyên li pêşiya qada perwerdeyê, pêşxistina xizmetên sereke û jêderên debara koçber û penaberan û komên ku li Lubnan, Iraq, Tirkiye û Urdinê pêşwaziya wan dike hatin nîqaşkirin.
Her wiha mijarên girêdayî aştî, edalet, mafên sûriyeyan ên naskirina çarenûsa girtî û windahiyan jî rojevên kongreyê bûn.



