Li bajarê Kobanê cenazeyê şehîd Armanc Kobanê û Îsmaîl Qadir bi merasîmekî li goristasna şehîdan hatin oxirkirin.
Şêniyên bajarê Tirbespiyê û Girkê Legê jî şehîdên ku di dem û li cihên cuda de şehîd bûbûn bi bîranîn.
Xelkê bajarê Kobanê ji bo oxirkirina cangoriyên xwe li goristana şehîda Dîcle kom bûn.
Endamê Hêzên Komandos Armanc Kobanê 26’ê Gulanê dema li ser erka xwe bû û şervanê QSD’ê Îsmaîl Qadir 23’ê Gulanê ji be krîza dil şehîd bûn.
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Şêranê Bedîa Miho sersaxî ji malbata şehîdan re xwest.
Endamê Rêveberiya Meclisa Leşkerî ya Kobanê Polat Amed jî wiha anî ziman:
“Li ku dibe bila bibe, em ê ser bikevin.
Ji bo doza xwe em ê li her çar parçeyên Kurdistanê tê bikoşin.”
Dawiyê de, wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Xelkê Tirbespiyê 53 şehîd meha Adar, Nîsan û Gulanê bibîranîn
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê jî 53 cangoriyên ku di meha Adar, Nîsan û Gulanê de, şehîd bûbûn bi bîranîn.
Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Nûredîn Şakir hemû şehîdên şoreşê bi bîranî û soza dewamkirina xeta wan da.
Li Girkê Legê 64 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Li Girkê Legê jî bîranîna şehîdan hebû.
Şêniyên bajêr ji bo 64 cangoriyên azadiyê ku di dem û li cihê cuda de şehîd bûbûn merasîmek bîranînê li dar xist.



