Vegera Xelkê Şengalê ya ji bo ser cih û warên xwe didome.
Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Îvan Fayeq diyar kir ku zêdetirî 300 koçber vegeriyane ser cih û warê xwe Şengalê û got:”Heya meha Tîrmehê wê hemû Kampên Koçberan yên Iraqê bên girtin û koçber wê vegerin ser cîh û warên xwe.”
Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Îvan Fayeq têkildarî vegerîna koçberan bo ser cih û warên xwe ji medyaya navxweyî re axivî.
Îvan Fayeq got; “Zêdetirî 300 koçberên ku ji dervey kampan û Komelgeha Şarya ya Duhokê dijiyan, vegeriyane ser cih û warê xwe Şengalê.
Vegerîna van 300 koçberan bi koordîneya Rêkxistina Koçê ya Navnetewî ku alîkariya lojîstîk û serpereştiya proseya vegerê kiriye, pêk hatiye.
Ev jî di çarçoveya plana wezareta me ya ji bo bidawîkirina koçberiya di nav axa welat de pêk hatiye.”
Îvan Fayeq tekez kir ku ew li ser hewlên xwe yên ji bo vegerandina hemû koçberên din bo deverên xwe û girtina kampan bi temamî berdewamin.
Ji aliyekê din ve di rojên derbasbûyî de Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihandibû ku Komîteya Bilind a Alîkarî û Piştevaniya Koçberan biryarên girîng ji bo bilezkirina girtina kampan û vegera koçberan bo cih û warên xwe dane.
Wê heya Tîrmehê hemû Kampên Koçberan werin valakirin
Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê naveroka civîna Wezîr Îvan Fayeq û Komîteya Bilind a Alîkarî û Piştevaniya Koçberan eşkere kir û wiha hate gotin;
“Di civînê de, komîteyê çend mijar gotûbêj kirin.
Her wiha me li ser mekanîzmayên pêkanîna plana wezareta me ya girtina hemû kampên penaberan di 30’ê Tîrmeha îsal de gotûbêj kir.
Di civînê de biryar hate dayîn ku tedbîrên guncaw ji bo bilezkirina vegera koçberan bistînin.”
Di civînê de tekezî li ser dayîna alîkariyên darayî jî ji bo koçberan hat kirin.
Ji bo wan koçberên ku ji kampên Başûrê Kurdistanê vedigerin ser cih û warên xwe, çar milyon dînar hatiye veqetandin.
Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê biryar da ku dosyeyên koçberan heta dawiya Tîrmeha îsal temam bike û hemû koçberan vegerîne malên xwe.



