Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku 2 şervanên wan di encama qezayekê li Dêra Zorê şehîd bûne.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê eşkere kir ku herdu şervanên wan di dema ku erka xwe ya leşkerî bi cih dianîn, di encama qezayekê li Dêra Zorê şehîd bûne.
Li gor wê, Eymend Osman Kor bi nasnav şervan Armanc û Hesen Mihemed El-Debûs bi nasnav Mihdî, li herêma kargehan a bakurê Dêra Zorê, ji ber qezayeke trafîkê şehîd bûn
QSD’ê sersaxî ji malbatên herdu şehîdan re xwest û piştrast kir ku dê rêya wan bidomînin û hêviyên wan bi cih bînin.
Di heman daxuyaniyê de, nasnameya herdu şehîdan jî hat eşkerekirin.

Nasnav: Armanc
Nav û paşnav: Eymen Osman Kor
Navê Dayîk: Bedîa
Navê Bav: Osman
Cihê û dîroka ji dayîkbûnê: Kobanê, 1997
Cih û dîroka şehadetê: Dêra Zor-Kargeh-26-5-2024

Nasnav: Mihdî
Nav û paşnav : Hesen Mihemed El Debû
Navê Dayîk: Şemse
Navê Bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Dêrazor -1998
Cih û dîroka şehadetê: Dêra Zor-Kargeh-26-5-2024″



