Profesorê Alman Georg Aûernheîmer tecrîda giran li ser Rêber Abdullah Ocalan nirxand.
Georg Aûernheîmer got ku li gorî standartên navneteweyî tecrîda li ser Abdullah Ocalan êşkence ye.
Her wiha balkişand ser prosesa aştiyê û got:
Pêwîst e dewleta Tirk vegere ser maseya danûstandinan.
Weke pêngava yekem jî divê Ocalan serbest were berdan.
Nêzîkî 4 salan e ku ji Rêber Abdullah Ocalan tu agahî nayê standin.
Li hemberî tecrîda li Îmraliyê saziyên berpirs û bi taybet jî Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) bêdeng in.
Profesorê Alman Georg Aûernheîmer ku li Fakulteya Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Kolnê weke Profesorê Perwerdeya Navçandî kar dikir, derbarê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan de axivî.
PRO. Georg: Li gorî standartên Navneteweyî tecrîd êşkence ye
Profesorê Alman Georg Aûernheîmer merheleya tecrîda li Îmraliyê weke ‘êşkenceyê’ pênase kir û wiha got:
Tecrîda mutleq a li Îmraliyê bi ‘tu awayî nayê rewakirin’.
Hewce ye Rêberê Gelê Kurd serbest were berdan.
Aûernheîmer anî ziman ku gelek serlêdanên ji bo hevdîtina bi Ocalan re hatin redkirin, yan jî bêbersiv hatin hiştin û wiha dewam kir:
PRO. Georg: Divê prosesa aştiyê dest pê bike û Ocalan were berdan
Dadgeriya Tirk bi dehan sal in Abdullah Ocalan di hucreyê de radigire, li gorî pîvanên navnavneteweyî ev yek êşkence ye û nayê qebûlkirin.
Bi qasî ku zanim Ocalan alîgirê wê yekê ye ku di navbera Kurdan û Tirkan de aştî pêk were.
Lê belê Ocalan hîn jî piştgirî bida têkoşîna leşkerî ji bo mafên gelê Kurd, dîsa jî girtina wî neheqî bû.”
Prof. Aûernheîmer diyar kir ku divê tecrîd bê bidawîkirin û danûstandinên di salên 2013-2015’an de bi bîr xist û wiha axaftina xwe bi dawî kir:
Divê Tirkiye li rêya danûstandinan vegere û weke gava destpêkê jî divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bike.



