QSD’ê encamê şerên 24 saetên dawî eşkere kir.
QSD’ê diyarkir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrişên xwe yên li ser heremê didomînin û hewil didin qadên nû dagir bikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyek nivîskî encama êrişên dewleta Tirk a dagirker yên 24 saetên dawî eşkere kir.
QSD di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekir:
Li Eniya Zirganê, artêşa dagirker û komên çete bi çekên giran û balafirên bê mirov êrîşê gundê Ing El-Hewa kir.
Li Eniya Eyn Îsa jî artêşa Tirk a dagirker û komên çete bi çekên giran û balafirên bêmirov êrîş birin ser gundên Sêgiro û Dibsê û hewl da qadên nû dagir bike.
Dîsa li nêzî herêma Qiz Alî jî artêşa dagirker û komên çete êrîş birin ser gundên Zenûba û Xirbet Faris û hewl da herêmê dagir bikin.