Şêniyên Şehbayê cenazeyê 2 şervanê QSD’ê Eîlan Efrîn û Dilşêr Efrîn bi merasîman pêşwaz kirin.
Li bajarê Helebê, Kobanê û Til Temirê jî sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin û soza dewamkirina doza wan hate dayîn.
Şêniyên Şehba û Efrînê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî ji bo pêşwazîkirina cenazeyê 2 şervanê ‘QSD’ê Îlan Efrîn û Dilşêr Efrîn kom bûn.
Şervanê QSD’ê Eîlan Efrîn 31’ê Gulana 2024’an li gundê Hatimiyê yê Qamişlo şehîd bû.
Şehîd Dilşêr Efrîn jî heman rojê li Til Hemîs şehîd bû.
Xelkê Helebê malbata şehîd Qehreman bi tenê ne hiştin
Meclisa Malbatên Şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sersaxî ji malbata şervanê ‘QSD’ê şehîd Qehreman re xwestin.
Şehîd Qehreman 1’ê Hezîranê şehîd bûbû.
Di bin kon de, kesê ku axivî îşaret bi hesasiyeta pêvajoyê kirin û gotin:
“Divê em firsendên li ber dest baş bi kar bînin û layîqî şehîdên xwe bin ji bo ku armancên wan bi dest bixin.”
Xelkê Kobanê sersaxî da malbata şehîd Bahoz
Her wiha xelkê bajarê Kobanê jî malbata şehîd Bahoz bi tenê ne hiştin û herikîn bin konê sersaxiyê.
Şehîd Bahoz Kobanê 31’ê Gulana 2024’an li gundê Hatimiyê yê Qamişlo şehîd bû.
Li wir, sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û soza dewamkirina doza şehîda hate dayîn.
Li Til Temirê sersaxî ji malbata şehid Botan re hat xwestin
Li Til Temirê jî sersaxî ji malbata şehîd Botan re hate xwestin.
Şehîd Botan Serêkaniyê 31’ê Gulana 2024’an li Til Hemîs şehîd bû.



