Li Almanyayê dîsa siyasetmedarekî rastî êrîşê hat.
Namzedê Parlamentoya Ewropayê yê ji Partiya Alternatîf Heînrîch Koch diyar kir ku ew bi derbeya kêrê birîndar bûye û êrîş siyasî nirxand.
Her wiha Li Komara Çekê di qezaya trênê de 4 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn.
Derengiya şevê trêna rêwiyan ku 300 kes tê de bûn li derveyî Pragê li hev qelibîn.
Li aliyê din li eyaleta Indiana ya Amerîkayê ji ber ku balona hewaya germ li xetên elektrîkê ket, pîlotek û 2 rêwî bi giranî birîndar bûn.
Siyasetmedarek ji partiya rastgiriya tund a Alternatîf ji bo Almanya (AFD) li Almanya duh li bajarê Mannheim rastî êrîşê hat.
Pênc roj piştî vê bûyerê dîsa siyasetmedarek heman awayî rastî êrîşê hat.
Lê vê carê derket holê ku êrîşkar nexweşê derûnî ye.
Polîsan ragihand ku êrîşkarê 25 salî piştî ku hat binçavkirin rakirin nexweşxaneya derûnî.
Namzedê Parlamentoya Ewropayê yê ji Partiya Alternatîf Heînrîch Koch (HENRÎK KOH) diyar kir ku ew bi derbeya kêrê birîndar bûye û êrîş siyasî nirxand.
Ev geşedan di nav fikarên li ser zêdebûna tundî ya berî hilbijartinên Parlamentoya Ewropî de tê.
Trêna rêwiyan û barhilgir li hev qelibîn
Li Komara Çekê di qezaya trênê de 4 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn.
Derengiya şevê trêna rêwiyan ku 300 kes tê de bûn li derveyî Pragê li hev qelibîn.
Li bajarê Pardubice ku 100 kîlometre li rojhilatê paytextê ye, gelek tîmên hawarçûnê li cihê bûyerê kom bûn.
Hat dîtin ku agirkuj di nav kavilên şikestî de dikolin, hewl didin ku trênê hevseng bihêlin.
Di encama qezayê de 4 kes mir û 23 kes birîndar bûn
Her wiha helîkopter, ambulans û tîmên agirkujiyê jî beşdarî çalakiya lezgîn bûn.
Hat ragihandin qeza di derdora seat 23’yan de dema trêna bi şev ji Pragê diçû Kosice (kosîkê) ya Slovakyayê qewimî.
Wezîrê Komara Çek Vit Rakusan ragihand ku rewşa yek ji birîndaran xeter e.
Nasnameyên 4 kesên jiyana xwe ji dest dane hêj nehatine tespîtkirin.
Li Amerîkayê balona hewayê germ li xetên elektrîkê ket
Li aliyê din li eyaleta Indiana ya Amerîkayê ji ber ku balona hewaya germ li xetên elektrîkê ket, pîlotek û 2 rêwî bi giranî birîndar bûn.
Midûriyeta Agirkujiyê ya Lowellê diyar kir ku balon li qadeke 21 kîlometre dûr ket û tîmên xilaskirinê yên hatin cihê bûyerê rêwiyên birîndar û pîlotê di selika balonê de dîtin.
Pîlotek û 2 rêwî bi giranî birîndar bûn
Derbarê nasname û rewşa tenduristiyê ya birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Hat parvekirin ku Lijneya Ewlehiya Veguhestina Neteweyi derbare bûyere da lekolin dike.
Balona hewaya germ ji hêla Lijneya Ewlehiya Veguhestina Neteweyi ve ji bo lêkolînek din hate hildan.



