Cinêva bêyî Kurd, çîrokeke neserkeftî ye!

Hevdîtinên Cinêvê ku encamên wê her tim binkeftî ne, sedema xwe ya herî girîng ji hêla siyasî û leşkerî de ew e ku pêkhateya herî bihêz Kurdan derveyî van civînan digirin.

Ji sala 2012’an heta niha 8 caran li bajarê Cinêv ê Swêdê hatiye lidarxistin û ji ber wê wek ‘Hevdîtinên Cinêvê’ tê gotin. Em çavekê li encamên kronolojîk û siyasî yên civînan bigerînin.

CINÊV-1

Bi pêşengiya nûnerê NeteweyênYekbûyî (NY) yê taybet ê Sûriyê Kofi Annan de hevdîtin Cinêv – 1, 30’ê Hezîrana 2012’an dest pê kir. Nûnerên 5 welatên daîmî yên endamên NY’yê, nûnerên Yekitiya Ewropayê (YE), nûnerên Yekitiya Ereban, Tirkiye, Qeter, Kuwêt û Iraq beşdar bûn. Di hevdîtinên yekemîn de hemû dewletên peywendîdar an jî ne peywendîdar, beşdar bûn, lê aliyên şer wek rejîma Sûriyê û Kurd beşdar nebûn.

Biryara hikumeteke demkî hat dayîn. DYA ji bo hikumeta demkî dixwest  ku rejîma Esad divê nebe, lê Rûsya ji bo ev pêvajoya demkî were derbaskirin, hebûna Esad parast.

Agirbest nekarîn bi pêş bixin û ji ber vê nûnerê NY’ê yê taybet ê Sûriyê  Kofi Annan îstîfa kir.

Di hevdîtinan de nebûna rejîma Sûriyê û di qada Sûriyê de wek hêmana herî bihêz a ku ji bo Sûriyeke demokratîk projeyan çêdike Kurd negirtin nava wê, ji sedemên binkeftina van civînan e.

CINÊV-2

Li ser vexwendina nûnerê taybet ê NY’yê yê Sûriyê Lokhdar Îbrahimi bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Rûsyayê 22’yê Çileya 2014’an hevdîtinan careke din dest pê kir. Hêzên bi alîkariya Tirkiye û DYA’yê rejîma Sûriyê, Tirkiye, hêzên herêmê û YE jî di navê de nêzî 40 welatan, di asta wezîrtiyê de tev lê bûn.

Bi tundiya Tirkiyê Kurd ji bo van hevdîtinan nehatin vexwendin.

Armanc kir ku li Sûriyê hikumeteke demkî bikeve meriyetê. Ji ber neserkeftina hevdîtinan nûnerê taybet ê NY’yê yê Sûriyê Lakhdar Îbrahîmî jî wekî Kofi Annan îstifa kir.

Dema ku Cinêv-2 dest pê kir, jimara kesên di welat de jiyana xwe ji dest daye, gihaştibû 135’an. Yên welat terikandine jî gihaştibû 3 milyonan.

Dema van hevdîtinan dest pê kir û di dewama wan de Kurdan xweseriya xwe îlan kir û peyam şandin hevdîtinên Cinêv-2’yê.

CINÊV-3

Koma Piştevaniya Navnetewî ya Sûriye yê ku di Mijdara 2015’an de li Viyanayê kom bû û peywira hevgirtina muxalîfan li Erebistana Siûdî dan.

Piştî civîna di 8-10’ê Kanûna 2015’an de li Riyadê, şandeya ku dê beşdarî Cinêv-3’yê bibin, diyar kirin.

Heta roja dawiyê dihat payîn ku PYD jî tev li hevdîtinê bibe. Bi awayekî fermî PYD venexwendin hevdîtinê, Kurdan jî vexwendina kesanî nepejirand.

Hevdîtinên di 29’ê Çileya 2016’an bi rêveberiya nûnerê taybet ê NY’yê Sûriyê Steffan de Mistura de dest pê kirin, bi navê rejîmê nûnerê NY’yê yê Sûriyê Beşar Caferi, nûnerê Koalîsyona Muxalîf û Şoreşger a Sûriyê, nûnerê heyeta Konseya Neteweyî û nûnerên komên çekdar ên wekî Ceyş-ul Îslam, Ahrar El-Şam û Artêşa Azad tev lê bûn.

Hevdîtinên 1’ê Sibata 2016’an zû qediyan. Mistura di daxuyaniya 3’ê yê Sibatê de diyar kiribû ku wan hevdîtin heta 25’ê Sibatê demkî dane rawestandin.

CINÊV-4

Nûnerên NY’yê yê taybet ê Sûriyê Steffan de Mistura, sala 2017’an diyar kiribû ku dê careke din hevdîtinên Cinêvê dest pê bikin.

Komên girêdayî rejîma Sûriye, Tirkiye û Erebistana Siûdî tev li van hevdîtinan bûn. Dîsa nûnerê Kurdan ê rastî nehat vexwendin.

De Mistura, plan kiribû ku hevdîtin 23’yê Sibata 2017’an heta 6’ê Adara 2017’an biqede. Ji ber sekna aliyan a ser maseyê li gorî plana kiribûn, hevdîtin zûtir qediyabûn.

CINÊV-5

Alîgirên nûnerê taybet ê NYa3ê Sûriyê Steffan de Mistura, 23’ê yê Adara 2017’an careke din hatin gel hev. Şandeya rejîmê û komên girêdayî dewletên herêmê tev lê bûn.Careke din Kurd li derveyî pêvajoyê helan.

Komên girêdayî dewletên herêmê di hevdîtinê de guhertin çêkirin û diyar kirin ku dixwazin yekser bi şandeya rejîmê re hevdîtinan bikin. Şandeya rejîmê jî destnîşan kir ku ew heyîna komên ser maseyê napejirînin.

Şandeya Şamê tenê li ser sernava têkoşîna bi terorê re sekinî. Muxalîfan jî xwest rejîm biryara agirbestê ya li Astanayê daye, bixe meriyetê.

CINÊV-6

Piştî biryara ewlehiya herêmê ya di civîna Astanayê ya 16’ê Gulana 2017’an 6 caran alî hatibûn ba hev. De Mistura jî li ser mijara makezagonê sekinîbû.  Şandeya rejîmê da zanîn ku komên muxalîfên ser maseyê kom bûne, ji bo parkirina Sûriyê ye.

Di encama hevdîtinan de Mistura got: “Yên makezagonê amade bikin, ne emin, pêdivî bi makezagoneke çawan heye dê gelê Sûriyê biryarê bide.”

Ji van hemû hevdîtinên Kurd venexwendinê, encamjê derneket.

CINÊV-7

Qedera hevdîtinên di 10-15’ê Tîrmeha 2017’an de bi dawî bûn jî, ji yên dinê cuda nebûn.

Careke din rejîma Sûriye sûdeke mezin ji belavbûna komên bi piştevaniya dewletên herêmê hatine ser maseyê yên hevdîtinên bi pêşengiya nûnerê taybet ê NY’yê yê Sûriyê Steffan de Mistura dihatin rêvebirin de girt.

Trafîka 7 hevdîtinên bêyî Kurdan binkeftî bi dawî bû.

CINÊV-8

Bi rizgarkirina Reqayê ji DAIŞ’ê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve û rastiya bidawîbûna DAIŞ’ê careke din NY û hêzên navneteweyî ketin nava tevgerê. NY’yê Mijdara 2017’an dîsa alîgirên xwe vexwendin ser maseyê.

Komên bi piştevaniya Tirkiye û Qeterê yên berê jî beşdarî civînan bûne, ji bo ku bi şêweyekî parçeyî dernekevin pêşiya rejîmê, civîna Riyad-2 li dar xistin. Hate zanîn ku dê di bin banê Cinêv de tev lê bibin.

28’ê Mijdarê careke din hevdîtinên Cinêvê dest pê kirin. Şandeya Şamê sekna xwe di israra berdewama leşkerî li hemberî hêzên ku muxalîfên ser maseyê jî digire nava xwe de, nîşan da.

Komên di bin banekî de tev li civînan dibûn jî di hevdîtina bi şandeya rejîmê re israr dikirin, lê rejîmê ev daxwaz paşve vegerand.

Bi vî şêweyî perdeya Cinêv a bê Kurdan hatibû destpêkirin, bi şêweyekî bêencam bi dawî bû.

MAKEZAGON JÎ BÊ ENCAM DEWAM DIKE

Piştî bê encammayîna Cinêvê, hemleya Rûsyayê dest pê kir. Biryar hat dayîn ku komîteya Tirkiye, Rûsya û Îranê ya makezagonê (destûra bingehîn) bê avakirin.

Komîteya Sûriyê bi awayekî fermî di 30’ê Cotmehê de di bin banê Neteweyên Yekbûyî de bi 150 kesan re dest pê kir. Di nava komîteya makezagonê de desteya nivîsê ya ji 45 kesan hat hilbijartin. 15 rejîm, 15 ji komên terorê yên Tirkiye pêşengiya wan dike û 15 jî nûnerên civaka sivîl ên Sûriyê ne.

Rejîma Sûriye ya ku hebûna komên Îhrarci yên bi piştevaniya Tirkiye-Qeterê ku di komîteya makezagonê de cih digirin, cara yekem li ser maseyê bi nasînî li gel wan koman rûnişt.

Li aliyê dinê di pêvajoya nivîsîna makezagonê de jî rejîma Sûriyê Kurd li derve hêlan. Dema ku ji hevdîtinên cara destpêkê encam negirtin, tûra duyemîn jî di 25’ê Mijdara 2019’an de dest pê kir.

Tûra duyemîn a hevdîtinan jî dema ku rejîmê, dagirkeriya Tirkiyê ya ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir, mase terikandin.

Di şerê navxweyi yê Sûrî de nêzî 400 hezar mirovan jiyana xwe ji dest da, 6 milyon mirov jî ji cihê xwe bûn.

Komên terorê yên ku şerê navxweyi yê Sûriyê gur dikin, hemûyan bi navê ‘diyarkirina pêşeroja Sûriyê’ di hevdîtinên Cinêvê de hatin ba hev. Lê gelen Sûriyê ‘çi dixwazin’ nehat pirsîn.

Kurdên bi rêveberiya xweser a ku ji gelen Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên ku li hemberî terorê bedelên herî giran dane, hevgirtina axa Sûriyê dixwazin û daxwaza nivîsîna makezagoneke di xizmeta gelan de dikin, li derveyî maseyê hatin hiştin.

Rastiya ku bêyî Kurdan çareseriyek siyasî ne gengaz e û êdî hatiye rewşa ku hevdîtinên Cinêvê bi giştî bê wate bûne.

Leave a Reply

Back to top button