Dewleta Tirk a dagirker ku rojane derbên giran ji gerîlayên azadiya Kurdistanê dixwe, hêzên xwe yên li qada gerîla zêde dike.
Duh bişev karwanek leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker derbasî sînorê Kanî Masî ya li bajarokê Amêdiyê bû.
Niha hûnê di dîmenan de jî bibînin ku leşkerên Tirk bi awayek eşkere li nav xaka Başûrê Kurdistanê digerin.
Bi taybetî jî hêzên Tirkiyê bi alîkariya PDK’ê vê yekê dike.
Bi hezaran leşkerên dewleta Tirk ku ji bo dagirkirina axa Başûrê Kurdisatanê şandibûn qada gerîla nekarîn xwe li hember berxwedana gerîla bigirin.
Ji ber vê yê dagirkeriya Tirkiyê dixwaze hêjmara leşkerên xwe yên li çiyayê azad ê Kurdistanê zêde bike.
Karwanekî leşkerî yê dewleta Tirk derbasî Kanî Masî bû
Di vê çarçoveyê de duh bişev karwanek leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker derbasî parêzgeha Dihokê bû.
Li gorî agahiyan ev karwanên dagirkeran duh bişev derbasî sînorê Kanî Masî ya li bajarokê Amêdiyê bû.
Li gorî dîmenên di medya dîjîtal de belav bûne, dewleta Tirk karwanek mezin ya leşkerî şandiye sînorê Kanî Masiyê.
Lê nehat zanîn ev karwana leşkerî ji Bakurê Kurdistanê şandin yan na.
Lê weke ku di dîmen de jî tê dîtin, leşkerên Tirk bi awayek eşkere li nav xaka Başûrê Kurdistanê digerin.
PDK bûye parêzerê dewleta Tirk a dagirker
Bi taybetî jî hêzên Tirkiyê bi alîkariya ku ji PDK’ê digire dixwaze armanca xwe ya dagirkirina axa Kurdistanê bicîh bîne.
Ji xwe di demên borî de jî hevkariya PDK’ê ya bi dewletaTirk re bi belgeyan eşkere bû û ji raya giştî re hate ragihandin.
PDK li rex baregehên xwe baregehên leşkerên Tirk ava dike û wan diparêze.
Gerîlayê HPG’ê bûye parêzerê axa Başûrê Kurdistanê
Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê jî ji bo pêşîgirtina dagirkeriya Tirkiyê rojane çalakiyan li dar dixin.
Jixwe ev sewqiyata leşkerî jî pişt berfirehiya çalakiyên gerîla tê kirin.
Bi vê yekê re eşkere bûye ku dagirkerên ku li Başûrê Kurdistanê bi cîh bûne li hember derbên ku ji gerîla xwarine neçar mane ku hêzên xwe zêde bikin.



