“Metirsiya çeteyên DAIŞ’ê hîna jî dewam e.
Werin em bi hevre, vê metirsiyê ji holê rakin.”
Ev peyamên bi sedan caran ji aliyê Rêveberiya Xweser û QSD’ê ve hatîn dayîn e.
Bi bîlançoya dawî ya têkildarî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê re, xuya kir ku gotinên Rêveberiyê çiqasî di cih de ne.
Di nava 5 salên dawiyê de, çeteyên DAIŞ’ê bêtirî 4 hezar kes kuştin e.
Tevî ku çeteyên DAIŞ’ê beriya 5 salan serdestiya xwe ya li herêmê winda kir jî, li Sûriyê hema bêje her roj êrîşên kujer pêk tîne.
Çeteyên DAIŞ ku 2014’an li herêmên berfireh ên di bin kontrola xwe de li Iraq û Sûriyê xelîfetî ragihandibû, Adara 2019’an bi pêşengiya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê di warê erdnîgarî de dawî lê hat.
Çavdêrîya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku ji wê demê heta niha 4085 kes di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de mirine.
Piraniya wan leşkerên Hikumeta Şamê ne.
Di êrişên li dijî nuqteyên QSD’ê de, gelek şervan şehîd bûn.
Her wiha herî kêm 627 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Di vê serdemê de, DAIŞ’ê êrişên xwe yên herî xwîndar li Çolistana Badîayê pêk anî.
Ev herêm ji qontarên Şamê heta sînorê Iraqê dirêj dibe.
Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) ya di meha Çileyê de hat weşandin, DAIŞ herêma navborî weke navenda lojîstîkê bikar tîne.
Di raporê de, hat diyarkirin ku ji 2019’an ve, çeteyên DAIŞ’ê êrişên xwe didomînin.
Li dij DAIŞ’ê têkoşîna hêzên QSD’ê
Hêzên QSD’ê jî bi oparayonên taybet yên li Kantona Cizîr, Reqa, Tebqa û Minbicê derbên xurt li şaneyên DAIŞ’ê dan.
Herî dawî QSD’ê 13’ê Hezîranê li bajarokê Şihêl yê li Dêrazorê operasiyoneke taybet pêk anî.
Di encamê de, 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
QSD’ê dazanîn ku yek ji çeteyên hatîn girtin, Fêsel Ziyad Esfed ku bi Mişel Iraqî tê naskirin e.
Her ev çete weke alîkarê waliyê çeteyên DAIŞ yê Dêrazorê tevdigeriya.
Li gor QSD’ê, destê van her du çeteyan di gelek pilanên li dijî herêmê de hebûn.
Balkêşe dema êrişên dewleta Tirk a qirker li ser herêmê zêde dibe, tevgera çeteyên DAIŞ’ê li nava herêmê jî zêde dibe.
NY: Li Sûriye û Iraqê 3-5 hezar çeteyên DAIŞ’ê hene
NY texmîn dike ku bi giştî 3 heta 5 hezar çeteyên DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê hene.



