Sibe salvegera 28’emîn a şehadeta têkoşera Tevgera Azadiyê Zeyneb Kinacî “Zîlan” e.
Ev çend rojin têkoşer Zîlan bi çalakiyên cuda cuda tê bi bîranîn.
Îro jî li herêmê şehîd Zîlan hat bibîranîn.
Di çalakiyên ku pêk hatîn de, soza dewamkirina têkoşînê hat dayîn.
Têkoşer Zîlan (Zeyneb Kinacî) di salvegera 28’an a şehadeta xwe de bi çalakiyên cuda li bajarên herêma bakur û rojhilatê Sûriyê hat bibîranîn.
Kongra Star a bajarê Çilaxa ji bo bîranîna şehîd Zîlan semînerek da.
Li wir hat diyar kirin ku şehîd Zîlan bi çalakiya xwe bûye kaniya azadî, lehengî û fedaîtiyê û ji tevahî jinan re bûye mînak.
Di semînerê de, nameya şehîd Zîlan a ji Rêber Abdullah Ocalan re şandibû hat xwend.
Kongra Star a bajarê Tirbespiyê jî bi heman boneyê civînek li darxist.
Endama Kongra Star Medya Hesen bal kişand ser çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan û got:
“Rêhevala Zîlan tevî ku şervana nû bû, planên dijmin yên li dijî Rêber Apo nas kir û li hemberî wan planên qirêj, çalakiyek herî serkeftî pêk anî.”
Civîn bi pêşandana senevîzyonekê derbarê jiyan û têkoşîna Şehîd Zîlan bi dawî bû.
Li Minbicê jî tevgera Kombûna jinên Zenûbiya civînek li dar xist.
Di civînê de behsa jiyan û têkoşîna şehîd Zîlan hate kirin.
Li bajarê Dêrazorê jî şehîd Zîlan hat bibîranîn.
Di çalakiya bîranînê de, kesayeta şehîd Zîlan, şert û mercên ku têde çalakiya xwe li dar xistiye, hat şîrovekirin.
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li Tebqa şehîd Zîlan bi bîranî



