PYD’ê li Qamişlo 4’mîn kongreya xwe li dar xist.
Di konreyê de, Hevseroka PYD’ê axivî û diyar kir ku çi lievkirine li dijî Sûriyeyan be nayê qebulkirin.
Asiya got, em ê ji bo parastina destkeftiyên xwe bi erkên xwe rabin.
“Rêxistinbûn û parastin bingeha avakirina civaka siyasî û demokratîk a azad e”
Bi vê dirûşmeyê Partiya Ykîtiya Demokratîk li Qamişlo 4’mîn kongirê xwe li hola Zana li darxist.
Bi dehan ji endamên partiyê, siyasetmedar, civaknas û gelek kesayetên zane beşdarî kongreyê bûn.
Asiya Abdullah: Heta dagirkeriya Tirk li Sûriyê be wê çareserî nemumkin be
Di konreyê de, Hevseroka PYD’ê Asaya Abdullah axivî behsa çareseriya li Sûriyuê kir û got:
“Heta ku dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê be wê çareserî ji kirîza Sûriyê re nepêkan e.
Çiqmî delweta Tirk ji bo berjewendiyên xwe kirîza Sûriyê dirêj û kurtir dike.”
Asiya Abdullah: Lihevkirinên li dijî berjewendiyên Sûriyayan nayê qebulkirin
Asiya behsa nêzîkatiya dewleta Tirk bi Hikumeta Şamê re kir û got:
“Çi lihevkirinek ku berjewendiyên welatiyên Sûriyê asas negire, ji aliyê me ve nayê qebûlkirin.”
Asiya Abdullah: Çi kesê dijîberî hilbjartinên şaredariyan be heman demê dijberê demokrasiyê ye
Her wiha Asiya Abdullah qala hilbijartinên Şaredariyên li Herêmê kir û eşkere kir ku çi kesê li dijî hilbijartinan be heman demê dijî demokrasiyê ye.
Asiya Abdullah: Emê li dijî gefên li ser herêmê têbikoşin
Asiya balkişand li ser siyasetên li dijî herêmê û wiha got:
bi hevgirtina gelan û rêxistinbûnê em dikarin pilanên xeter pûç bikin û destkeftiyên şehîdan biparêzin.
Divê her kes li dijî her cure gef û êriş bi erkên xwe yên neteweyî rabe.
Piştî axaftina Asiya, rapora salê û kar û xebatên rêxistinî û rewşa siyasî hatin nirxandin.
Beşdaran jî nerîn û pêşinyarên xwe pêşkêş kirin.
Li gorî amedekarên kongreyê, wê di dawiya konreyê de 23 kes weke nûnerên PYD’ê li Qamişlo werin hibijartin.



