Vê êvarê di navbera bajarê Qamişlo û Hesekê qezayeke tirkafîkê rû da, di ecamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Qezaya tirafîkê li ser pira Beko yê di navbera bajarê Qamişlo û Hesekê de rû da.
Li gorî agahiyên ku tirfîkê bi me re parvekirine qeza di navbera turibêleke cûreya cêb ku çar kes tê de bûn û stêreke sotemeniyê pêk hatiye.
Di encamê de 4 kesên ku di cêba sintafê de bûn jiyana xwe ji dest dan.
Ev her 4 kes jî xizmên hev bûn.
Her wiha Rêveberiya Nexweşxaneya Gele ya bajarê Hesekê jî da zanîn ku termên wan 4 kesên ku jiyana xwe ji dest dane niha li Nexweşxaneyê ne.
Li gor nexweşxaneyê navê wan wiha ye:
Imar Abid, Enwer Abid, Menar Abid û Wîdad Abid
Tê zanîn ku ev ne cara yekê ye em nûçeyên qezayên tirafîkê yê di navbera Qamişlo û Hesekê de didin.
Beriya çend heftiyan jî qezayeke tirafîkê rû da ku wê demê bêrtirî 20 kesan birîndar bibûn.



