PDK û Iraq di bin navê hêzên sînor de çeteyên DAIŞ’ê li herêma Amediyê bicih kiriye.
Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre got: Bi belge bêtirî 300 DAIŞ’î li herêma Berwarî Bala bicih kirin e.
Ehmed Pîre ragihand ku bêtirî 300 çeteyên DAIŞ’ê li herêma Berwarî Bala bicih kirin e û got:
“Tometbariyên wiha ji ber paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ne, ji ber ku PDK ji vê hilbijartinê ditirse.”
Seedî Ehmed Pîre doh daxuyaniyeke çapemeniyê têkildarî tometbariyên Wezareta Hundirîn a Herêma Kurdistan û Iraqê lidar xist.
Pire li wir bal kişand ser hêza binavê Iraqê li eniyên pêşberî gerîla hatine bicihkirin û ev agahî da:
Eger em bixwazin li du meselê ve biçin ew hêzên ku niha li herêma Berwarî Bala têne bicî kirin, zêdeyî 300 kes ji wan endamên DAIŞ’ê ê berê ne.
Berdevkê YNK’ê dazanîn ku di destê wan de belgeyên li ser van kesan heye û kî bixwazin dikarin bi wan re parve bikin.



