Hate ragihandin ku şêwirmenda El Esed Lona El Şibil di qezeyeke trafîkê de birîndar bûye û li nexweşxaneya El Şamî ya Şamê tê dermankirin.
Li aliyekî din hêzên hikumeta Şamê ajokarê erebeyê girt û ji bo lêpirsînê, birin navendeke ewlehiyê.
Çavkaniyên nêzî radyoya FM îdiayên hin malperan ku şêwirmenda serokatiya Sûriyeyê Lona El Şibil wefat kiriye, derewand in û destnîşan kir ku rewşa wê giran e û hîna li nexweşxaneyê ye.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ev agahî piştrast kir ku Lona El Şibil li ser rêya Yafûr a Şamê qeza kiriye.
Di encamê de birîndar bûye û li navendeke tenduristiyê ya nêzî cihê qezayê hatiye dermankirin dûre ew rakirine nexweşxaneya El Şamî ya li Şamê.
Li gorî çavkaniyan, erebeyek li erebeya Lona El Şibil qelibiye û di encamê de ji rê derketiye.
Hate ragihandin ku ajokarê erebeyê hatiye girtin û ji bo lêpirsînê birine navendeke ewlehiyê.



