Şêwirmenda taybet ya Beşar Esed Lona El Şibil wefatkir.
Beriya du rojan şêwirmenda Esed Lona El Şibil rastî qezayekê hatibû.
Di encamê wê qezayê de ew rakirin Nexweşxaneya El Şamî ya li Şamê da ku li wir tedawî bibe.
Îro jî Serokatiya Komara Erebî ya Sûriyeyê ragihandin ku şêwirmenda taybet bi Beşar Esed Lona El Şibil a 48 salî di encama wê qezayê de wefat kir.
Lona El Şibil berê şêwirmenda siyasî û çapemeniyê bû , dûre bo şêwirmenda taybet a Serokatiya Komarê.
Li gorî çavkaniyan hêzên Şamê ajokarê erebeya ku li erebeya Lona El Şibil qelibiye, hatiye girtin.
Şêwirmenda Beşar El Esed Lona El Şibil qeza kir û rewşa wê giran e



