Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê hemleyên çewisandin û girtinê yên li dijî Sûriyan li herêmên Sûriyê yên dagirkirî û li Tirkiyê daxuyaniyek da.
Rêveberiyê ev hemle û sûc şermezar kirin û got:
“Divê hêzên navneteweyî û hêzên herêmî û Erebî dest bi qonaxeke nû ya danûstandinan bikin ku tevahî aliyên Sûriyeyê beşdar bin.”
Rêveberiya Xweser derbarê hemleyên girtin û çewisandinê yên li dijî Sûriyên li herêmên dagirkirî û li Tirkiyê pêk tên daxuyaniyek da.
Rêveberiya Xweser sûcên ku bi destê hêz û îstixbarata Tirkiyê li dijî Sûriyan tê kirin şermezar kir û got:
“Dewleta Tirk kirîza Sûriyê ji bo bidestxistina armancên xwe bi kar anî û ji bo kişandina penaberên Sûrî ber bi Tirkiyê ve xebitî.
Da ku wan wek kartek zextê li dijî Ewropayê bi kar bîne.
Piştî dewleta Tirk di hemû hewldanên xwe de bi ser neket îro li Tirkiyê li hember penaberên Sûrî êrişan pêk tîne.”
Rêveberiya Xweser: Eşkere bû ku siyaseta Tikriyê ya li hember aloziya Sûriyê têk çûye
Rêveberiyê da zanîn ku dewleta tirk gelê xwe li dijî Sûriyan sor dike da ku bi darê zorê penaberên Sûrî ji axa xwe derbixin û wiha domand:
“Bûyerên Qeyseriyê û êrişên piştî wê yên li ser penaberên Sûrî, encama siyaseta neteweperest a dewleta Tirk a hovane ya li dijî gelan e.
Tişta ku di van rojan de qewimî bi awayekî zelal eşkere kir ku siyaseta Tikriyê ya li hember aloziya Sûriyê têk çûye.
Delîlê vê yekê jî hewldanên Erdogan ên ji bo hevdîtina bi hikûmeta Şamê re ye.
Rêveberiya Xweser: Tirkiyê dixwaze bi destê hikûmeta Şamê careke din şerekî navxweyî derxe
Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku Tirkiyê dixwaze bi destê hikûmeta Şamê careke din şerekî navxweyî di navbera hêzên Sûriyê de derxe û wiha pê de çû:
“Em hêvîdar in ku hemû gelê Sûryê di serî de hikûmeta Şamê û hêzên opozîsyonê hişyar bin û nekevin xefkên tirkiyê.”
Rêveberiya Xweser: Çareya herî guncaw a ji bo çareserkirina pirsgirêkan diyaloga Sûrî-Sûrî ye
Rêveberiya Xweser eşkere kir ku çareya herî guncaw a ji bo çareserkirina pirsgirêkan diyaloga Sûrî-Sûrî ye û ev bang kir:
“Hevgirtina me ya hundirîn wê hemû hêzan neçar bike ku serî li daxwazên me bidin.
Her wiha divê rêxistinên mafên mirovan kiriyarên ku li dijî Sûriyan tên kirin bişopînin û belge bikin.”



